Rûsya, Çîn û Amerîkayê Carnameya ‘Aştiyê’ pesend kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokê Çînê Xi Jinping û Serokê Amerîkayê Donald Trump li bajarê Şencênê yê Çînê civiyan û di dawiya civîna sêalî de wan carnameyeke hevbeş derbarê aştiyê de pesend kir û belav kir.
Serokên Rûsya û Amerîkayê îro Pêncşemê, 19ê Mijdara 2026an, spasiya Çînê kir ji bo mêvandarîkirina wê lûtkeyê. Her sê serokan bi hûrgilî bîr û ramanên xwe li ser rewşa heyî ya navdewletî bi hev guhartin û soz da ku aramiya stratejîk û asayîşa navdewletî biparêzin.
Deqê temam ê Carnameya ‘Aştiyê’ ev e:
1- Rûsya, Çîn û Amerîkayê wekî endamên daîmî yên Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî soz da ku di Neteweyên Yekgirtî de çaksaziyê bikin, da ku ew rêxistin karibe bi awayekî bibandortir bersiva astengiyên cîhanî bide û ligel erkê xwe yê bingehîn ê ji bo aştî û asayîşa navneteweyî bigunce.
2- Her sê welatan plan daniye ku berhemanîn û dabînkirina berhemên petrolê yên parzûnkirî ji bo berjewendiya hemû neteweyan zêde bikin. Wan tekezî li ser girîngiya aramiya hinardeya enerjiyê kir.
3- Her sê serokan pejirand ku prensîpa razîbûna dewletê û rêzgirtina li parêzbendiya berpirsên dewletê xwedî girîngiyeke bilind in. Herwiha li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku nabe Dadgeha Tawanan a Navdewletî (ICC) û saziyên din ên hevşêwe desthilata xwe ya dadweriyê bi xirabî bi kar bînin.
4- Her sê serokan tekez kir ku şerê atomî serkeftî nabe û divê qet neyê destpêkirin. Her sê welat dê ji bo kêmkirina metirsiyên atomî û rêgirtina li belavbûna çekên atomî dest bi diyalogekê bikin.