Li ser raspardeya Elî Zeydî ‘Baregeha Kontrolkirinê’ li Curf Sexirê tê pêkanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser raspardeya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Elî Falih Zeydî, fermana dîwanî ji bo pêkanîna Baregeha Kontrolkirinê li herêma Curf Sexirê derket. Li gorî biryarê, ew baregeh dê ji hemû aliyan ve bi Fermandariya Hêzên Polîsê Federal ve were girêdan.

Ferîq Rukn Ehmed Hatim Hemîd wekî Fermandarê Baregeha Kontrolkirinê hatiye diyarkirin û du cîgir jî jê re hatine danîn; Lîwa Rukn Husên Elî Niseyf ji bo karûbarên berevaniyê û Udey Ebduleîme Mesheb jî ji bo karûbarên Heşda Şeibî.

Ew baregeh serperiştiya çar pêkhateyan dike ku ev in: lîwayek ji Artêşa Iraqê, lîwayek ji Polîsê Federal, du lîwa ji Desteya Heşda Şeibî û fewceke Polîsê Enerjiyê ku erkê parastina boriyên petrolê yên herêmê bi wan hatiye spartin. Kerta berpirsiyariya vê baregehê dikeve sînorê kargêrî yê Curf Nesirê.

Derbarê destpêkirina karên wê de, Baregeha Kontrolkirinê dê demjimêr 06:00ê sibeha 20ê Mijdara 2026an were vekirin û dê fermandarî û kontrolkirina hemû yekîneyên ewlehiyê yên li jêr fermana xwe bigire ser xwe.

Di çarçoveya asta herî bilind a hevahengiyê de, dê pêwendiya berdewam a Baregeha Kontrolkirinê ligel Fermandariya Polîsê Babilê, Fermandariya Operasyonên Kerbelayê, Fermandariya Operasyonên Enbarê û Fermandariya Operasyonên Bexdayê hebe.

Ev zanyarî di 19ê Mijdara 2026an de ji aliyê Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan ve hatine belavkirin.