Serokwezîrê Îraqê: Îraq nabe meydana yekalîkirina hevrikiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê di çarçoveya hevdîtinekê de li gel Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Navxwe yên Erebî Mihemed Elî Koman eşkere kir ku hikûmet di rûbirûbûna gendelî û çekên bê destûr de berdewam e û di wî warî de encamên berçav bi dest xistine.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, tekez li ser girîngiya yekkirina bizavên ewlehî û hewalgirî di navbera welatên Erebî de kir û tekez kir ku ewlehiya Erebî yek e û rûbirûbûna astengiyên hevpar pêdivîtî bi hevrêzî û hevkariya berdewam heye.

Elî Zeydî eşkere jî kir ku Îraq pareke girîng a sîstema Erebî ye û daxwaza çareserkirina wan pirsgirêkan kir ên ku ji ber qeyran û bûyeran di welatên Erebî de çê bûne, herwiha tekez li ser xebata ji bo çaksazîkirina peywendiyan û xurtkirina karê hevpar ê Erebî jî kir.

Navbirî di şeş mehên jiyê desthilata xwe de rûbirûbûneke rasterast li gel hejmareka komên çekdar ên nêzîkî Îranê hebûye, ku ya herî diyar Ketîbeyên Hîzbulahê ne. Ji meha Gulanê ya borî ve, ew bûye Serokwezîr û li ser biryara kontrolkirina çekan di bin desthilata hikûmetê de cidî ye, herwisa bizavên xwe yên ji bo rûbirûbûna gendeliyê û operasyonên qaçaxçîtiyê jî zêde kirine.

Serokwezîrê Îraqê danûstandin li gel wan koman dane destpêkirin, daku çekên xwe radest bikin. Heta niha sê koman bersiva wê biryarê daye, di demekê de ku danûstandinên li gel pênc komên din berdewam in daku dev ji çekên xwe berdin.