Rewşa girtiyên siyasî û nexweş li girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe xirabtir dibe

Enqere (K24) – Li girtîgehên Tirkiyeyê ku kapasîteya wan zêdetirî 130 hezarî derbaskiriye de du lêgerînên cuda yên edaletê hene: Li aliyekî bi hincetên cûrbicûr girtiyên siyasî ku cezayên xwe temam kirine nayên azadkirin, li aliyê din jî girtiyên nexweş ên ku bi newxweşiyên giran re têdikoşin ji mafê xwe yên tenduristiyê bêpar in. Ligel berdewamiya proseya aştiyê jî çav û guhên malbat û hiqûqnasan li Wezareta Dadê ye.

Li Tirkiyeyê têvî ku hewlên ji bo çareseriya Pirsa Kurd berdewam in di girtîgehan de rewşa girtiyên siyasî jî her ku diçe xiraptir dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera salên 2021-2024an de li girtîgehên Tirkiyeyê herî kêm berdana 501 girtiyan, di sala 2025an de jî berdana 342 girtiyan hatiye paşxistin. 

Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî di 10 mehên pêşîn yên sala 2026an de berdana 116 girtiyan bi biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hatiye paşxistin.

Parêzer Ebru Akkal ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê di vî warî de got: “Tevî hêviyên pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî berdana girtiyên siyasî bi hincetên wekî ferzkirina poşmaniyê, nexwendina pirtûkan, beşdarnebûna çalakiyan tê astengkirin. 

Rawestandina berdanan a ji sala 2021an vir ve li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û paşxistina înfaza Pinar Tîkît a 9 mehan û neberdana Sermîn Demîrdag a ku li Kayseriyê 30-33 salên xwe temam kirine hin mînakin. Tevî giliyên sûc bêencam dimînin jî em dê serlêdan û daxuyaniyên xwe yên heftane li ber Wezareta Dadê bidomînin.”

Piştî ku girtiyê nexweş Tuncer Sağlam di 7ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, rewşa girtiya Newroz Bozkurta 28 salî ku li Nexweşxaneya Etlîkê ya Enqereyê xirab dibe û li Evîn Zapsuya li Girtîgeha Bûnyana Kayseriyê teşhîsa penceşêra qonaxa 4emîn hatiye danîn; ji bo mafên dermankirinê yên girtiyên nexweş bên mîsogerkirin, astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin li ber Wezareta Dadê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Mecît Zapsu yê Hevjînê Evîn Zapsu jî ragihand: “Hevjînê Evîn Zapsu me. Evîn ev 10 salan di girtîgehê de ye, bêriya ku bikeve girtîgehê çi nexweşî pê re nebûn bes ev berî sê çar salan ev nexweşiya bêhnçiqî lê derket, ew bêhçiqî lê giran bû bû Tirkî dibêjin e nexweşiya KOAH. 

Niha hem ew bêhçiqî pê re dewam dike û nêzî 4-5 mehan e jî ew nexweşiya giran girtiye. Yanî em edaletê dixwazin yanî girtiyên nexweş dikarin berdin, 2 salên Evînê mane, zêde jî nema ne. Em çi efûyê ji wan naxwazin, em dibêjin bila ji derve dermankirina xwe bibîne, bila bigihîje silametiyê, wê çaxê dikare dîsa biçe raze.”

Herwiha tevî ku kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê 304 hezar Û 304 kes elLi gorî daneyên Wezareta Dadê hejmara girtiyên ku di 1ê Cotmeha 2026an de 434,337 bû, di 33 rojan de 3,552 zêde bû û di 4ê Mijdara 2026an de gihîştiye 437,889an.