Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 24 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama jirêderketin û wergeriyana mînîbusekê li qezaya Sîweregê ya girêdayî parêzgeha Rihayê li Bakurê Kurdistanê, 24 kes birîndar bûn ku birînên du ji wan kesan giran in.

Li gorî zanyaran, ew bûyer li nêzîkî taxa Dîlekliyê li sînorê qezaya Sîweregê rû daye, dema ku mînîbuseke bi hejmara 60 EA 425 ji aliyê şofêrekî bi navê Şahîn C. ve dihat ajotin û rêwiyên wê bi merema serdankirina goristanê tê de bûn, ji ber mij û baranê ji kontrolê derketiye, ji rê derketiye û wergeriyaye.

Piştî wê bûyerê, hejmareke zêde ya ambûlansan ji bo cihê bûyerê hat şandin û tîmên tenduristiyê piştî dana alîkariyên destpêkê, hemî birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku li nexweşxaneyê çareseriya bijîşkî ji bo birîndaran dest pê kiriye û rewşa tenduristiyê ya du ji birîndaran giran e, herwiha vekolan li ser wê bûyerê berdewam e.