Fîlmeke Kurdî li Brîtanyayê xelata baştirîn fîlma dirêj wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Fîlma dirêj a Kurdî "Erdê Asê û Esmanê Dûr", ku ji derhênana Hewraz Mihemed e, di gera 45ê ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a “Cambridge”ê li Brîtanyayê de xelata baştirîn fîlma dirêj ji nêrîna temaşevanan ve bi dest xist.

Derhênerê fîlmê "Erdê Asê û Esmanê Dûr" Hewraz Mihemed îro Pêncşem, 19ê Mijdara 2026ê, ji K24ê re ragihand: "Di gera 45ê ya Festîvala Navdewletî ya Fîlma “Cambridge”ê de, nêzîkî 100 fîlman ji zêdetirî 25 welatên cîhanê pişkdar bûn; lewra bidestxistina xelata baştirîn fîlma dirêj ji nêrîna temaşevanan ve destkeftiyeke girîng e ji bo sînemaya Kurdî di asta navdewletî de."

Hewraz Mihemed behsa girîngiya festîvalê dike û dibêje: "Festîvala Navdewletî ya Fîlma “Cambridge”ê yek ji wan bûyerên sînemayî yên navdewletî ye ku li Brîtanyayê tê lidarxistin û her sal komek ji fîlmên cuda cuda ji welatên cîhanê pêşkêşî temaşevan û hezkiriyên sînemayê dike. Ev festîval platformek e, ji bo danasîna berhemên sînemayî, piştevaniya derhêner û hilberînerên serbixwe û çêkirina derfetên zêdetir ji bo gihandina çîrok û ezmûnên cuda cuda bo temaşevanên navdewletî."

Di derheqa bidestxistina wî xelatê girîng de, Hewraz Mihemed dibêje: "Bidestxistina xelata baştirîn fîlma dirêj ji nêrîna temaşevanan ve girîngiyeke taybet heye; ji ber ku ev xelat rengvedana pejirandin û peywendiya rasterast a temaşevanan e li gel fîlm û naveroka wê. Ev destkeftî ji bilî ku nasnameya sînemaya Kurdî di asteke navdewletî de zêdetir dide nasîn, derfetek e jî ji bo gihandina çîrok û mijarên Kurdî bo civakeke berfirehtir û nîşandana şiyana sînemakarên Kurd di asta cîhanê de."

Wî derhênerî ragihand: "Ew fîlma sînemayî li deverên sînorî yên Kurdistanê hatiye tomarkirin û dramayeke helbestî û tijî hest e, behsa sûcdariyê, bîranîn û bandora demdirêj a şer dike. Çîroka fîlmê di derheqa Harûn de ye, şoreşgerekî Kurd di bin bandora birînên derûnî yên rabirdû û giraniya wan tiştan de ye ku di rabirdûyê de bi serî hatine."

Hewraz Mihemed zêdetir behsa çîroka fîlmê kir û got: "Harûn ji bo dîtina aramiyê, li pêşiyê penayê dibe ber mûzîka olî ya Yarsanê, piştre rêyekê dide ber xwe ku wî digihîne cem Meryemê, jineke Kurd li gundekî dûr li devera sêgoşeya sînoran dijî û bi neqşê laş û deqkirina kevneşopî ya Kurdî tê naskirin. Ew dever li wî cihî ye yê ku sînorên Îraq, Îran û Tirkiyeyê hev dibirin."

Wî derhênerî herwisa got: "Fîlm bi rêya geşta Harûn mijarekê pêşkêş dike ku kêm caran di jiyana giştî ya Kurdî de bi eşkereyî tê gotin, ew jî bandorên exlaqî û derûnî yên şer in, bi taybetî piştî şer û nakokiyên navxweyî. Ev fîlm şer wekî dîmenekî balkêş nîşan nade, belkî li wan tiştan dinêre ku piştî şer dimînin, wan birînên ku şer li laş, erd, malbat û canê mirovî dihêle."

Hewraz Mihemed eşkere jî kir: "Bi rêya xwezayê û erdî bi xwe, mûzîka Yarsanê û kevneşopiya kevn a Kurdî ya deqê, min bizav kir ku zimanekî sînemayî ji bo bîranîn, başbûn û lihevkirinê bibînim. Fîlm li Herêma Kurdistanê hatiye hilberandin, bi zimanê Kurdî ye. Ekter û desteya hilberînê jî ji çar parên sereke yên Kurdistanê pêk hatine."

Fîlma sînemayî ya "Erdê Asê û Esmanê Dûr", ku ji derhênana Hewraz Mihemed e, ji nivîsîn û senaryoya Hewraz Mihemed û Mensûr Tayfûrî ye. Salim Selavatî karê wênegirtina fîlmê kiriye. Dema fîlmê 102 deqe ye û her yek ji Meryem Bûbanî, Bextiyar Penceyî, Dîmen Zendî û Ejdher Sazgar rola sereke tê de dilîzin.