Li Diyarbekirê barana zêde pirek hilweşand û rêya 4 gundan girt
Diyarbekir (K24) – Êvara îro În, 20ê Mijdara 2026ê, li devera Pasûrê ya girêdayî parêzgeha Diyarbekirê, ji ber barana zêde û bilindbûna asta ava Çemê Înîkanê, pira li ser wî çemî hilweşiya.
Dîmenên kêliya hilweşîna pirê ji aliyê kesên ku di wê demê de di wê derê re derbaz dibûn, bi kamerayên telefonên destan hatin tomarkirin.
Li gorî zanyaran, ji ber ku di dema hilweşînê de ti kes li ser wê pirê nebûye, ti zirarên canî çê nebûne, lê ji ber wê bûyerê rêya 4 gundan li ber hatûçûna trafîkê hatiye girtin.
Herwiha tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê gihîştin cihê wê bûyerê û dest bi kar û xebatên çarekirin û vekirina rêyê kir.