Araqçî: Daxwaza Îranê ew e Trump xwesteka xwe ya ji bo rêkeftinê rabigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand, ji bo bidawîanîna şer, hêviya Tehran hîn bi dîplomasiyê heye û tekez kir ku daxwaza yekem a welatê wî ew e, Serokê Amerîkayê Donald Trump xwesteka xwe ya ji bo gihîştina rêkeftinekê, rabigihîne.

Ebbas Araqçî berbanga îro şemiyê (21ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyekê de da zanîn ku Îran hewl dide li gel Waşîngtonê bigihîje rêkeftinekê, da ku rê li ber destpêkirina şerekî nû di pêşerojê de bigire.

Wezîrê Derve yê Îranê aşkere kir ku pevguhertina peyaman di navbera Tehran û Washingtonê de bi rêya navbeynkaran hîn jî berdewam e û got: “Tehran pêwîst nabîne ku di gotûbêjên aştiyê de navbeynkar werin guhertin.”

Derbarê gavên pratîkî yên danûstandinan de, Araqçî diyar kir ku li ser pêşniyara navbeynkaran, wan plana Îranê ji heft rojan bo du rojan kurt kiriye, da ku cîbicîkirina wê leztir bibe.

Her wiha zelal kir ku heta niha bersiva Amerîkayê li ser wê pêşniyara durojî negihiştiye destê wan û tekez kir: “Eger Washington di gihîştina rêkeftinê de cidî ye, divê helwesta xwe rast bike.”

Araqçî tekez kir ku ew yadaşta hevtêgihiştinê ya ku berê li Îslamabadê gihiştibûnê, êdî li ser maseya gotûbêjan nemaye.

Li ser dosyeya atomî jî, Wezîrê Derve yê Îranê destnîşan kir ku dikare çareseriyeke dadperwerane ji bo pirsa madeyên atomî were dîtin, bi awayekî ku xwe bispêre berjewendiyên niştimanî yên Îranê û pêdiviyên welêt misoger bike.

Lê belê Araqçî tekez kir ku xetên sor ên Tehranê derbarê uranyuma dewlemendkirî de hene û got: “Xeta sor a yekem ew e ku ew made ji welêt neyên derxistin.”