Westgeheke elektirîkê li Besrayê teqiya: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Di sîstema gazê ya Elektirîkê Karebayê ya Harseyê ya li bakurê Besrayê de teqîneke bihêz rû da û bû sedema derketina agirekî berfireh. Bûyerê tirs û nîgeraniyeke mezin li herêmê çêkir û ziyaneke mezin a madî gihand westgehê û hejmarek otomobîlên welatiyan.
Li gorî medyaya Iraqê, sibeha îro 21ê Mijdara 2026an, piştî teqînê agir derbasî embarên gazê û derdora westgehê bûye û çendîn mal girtine ber xwe, ku di encamê de zêdetirî 17 malan ziyan dîtine.
Derbarê ziyanên canî de, Tenduristiya Iraqê belav kir ku ji ber bûyerê 2 kesan canê xwe ji dest daye û 33 kesên din jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran ji ber giraniya birînan û bêhntengiyê ne cîgir e û ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî bo nexweşxaneyên nêzîk hatine şandin.
Ji aliyekî din ve, tîmên berevaniya şaristanî karîn hejmarek malbat li nêzîkî westgehê rizgar bikin û bi piştevaniya tîmên tenduristiyê û ambûlansan di amadebaşiya temam de ne ji bo kontrolkirina agir û rêgirtina li belavbûna wî ber bi deverên niştecihbûnê yên zêdetir ve.
Hevdem, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê di hewlên xwe de berdewam in, ji bo dîtina wan kesên ku di bin kavilên avahiyan yan jî di nava malên ziyandîtî de asê mane.
Lêkolînên destpêkê nîşan didin ku agir ji ber teqîna boriya veguhastina gazê ya ber bi westgehê ve derketiye, lê heta niha sedema teqîna wê boriyê bi awayekî zelal nehatiye aşkerekirin.
Westgeha Elektirîkê ya Harseyê bi dûrahiya 20 kîlometreyan li bakurê Besrayê dikeve û li gorî amarên Wezareta Karebayê ya Iraqê, şiyana berhemanîna 1,400 megawat karebayê heye.