Şandeke Herêma Kurdistanê li Dubayê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Polîsan dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Proseya çaksaziya hêzên navxwe, ku beşeke sereke ya bernameya çaksaziyê ya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, li gel pêşxistina hevkariyên ewlehî yên bavdewletî berdewam e.

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Dr. Hêmin Mîranî îro 21ê Mijdara 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, armanca vê proseyê avakirina şiyaneke saziyî ye ku li ser bingeha serweriya yasayê kar bike û xizmetguzariyeke baştir pêşkêşî welatiyan bike.

Di çarçoveya vê proseyê de û ji bo pêşxistina ezmûn û hevkariyên ewlehiyê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo sala çarem bi fermî beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Polîsan li Mîrnişîna Dubayê bû.

Mîranî diyar kir, di dema vê beşdariyê de wan çendîn hevdîtin û civîn li gel navendên pispor encam dane, ku mijarên pêşxistina şiyanên polîsan, rûbirûbûna tawanan, çaksaziya saziya polîsan, elektronîkirina xizmetguzariyan, rêkxistina trafîkê û pêşxistina belgeyên tawanan li xwe girtine.

Her wiha zelal kir ku yadaşta hevtêgihiştinê di navbera Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Fermandariya Polîsên Dubayê de heye û di çarçoveya wê yadaştê de, di warên parastina welatiyan û pêşxistina şiyanên polîs û efseran de hemahengî û hevkarî di navbera her du aliyan de berdewam e.

Lûtkeya Cîhanî ya Polîsan salane serkirdeyên polîsan, berpirsên ewlehiyê û biryarderên wezaretên navxwe yên welatên cîhanê kom dike, ji bo gotûbêjkirina kêşe û astengên ewlehiyê û pêşxistina hevkariya navneteweyî di rûbirûbûna tawan û torên tawanbar de.

Proseya çaksaziya polîsên Herêma Kurdistanê bernameyeke stratejîk e ji bo salên 2026–2030an û heft armancên sereke li xwe digire; bi mebesta nûkirina saziyê, veguherîna dîjîtal, pêşxistina serkirdayetiyê, parastina mafên mirovan û avakirina baweriya giştî li ser bingeha hevkêşeya (Hêz + Rêz = Bawerî).

Proje bi xwedîtî û berpirsyariya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rê ve diçe; Akademiya Serkirdayetî û Rêvebirinê hemahengiya stratejîk dike û Rêveberiya Giştî ya Polîsan li gel rêveberiyên parêzgehan erka cîbicîkirina meydanî li ser milê wan e. Hevdem, Desteya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê û Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) piştevaniya şêwirmendî û teknîkî dabîn dikin.