Cîgirê Serokê MHPê: Nêzîkî sê hezar girtiyên PKK û KCKê tên azadkirin

Hejmareke endamên PKKê
Hejmareke endamên PKKê

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê MHPê ragihand ku du hezar û 800 cezakirî û binçavkiritên PKK û KCKê dikarin ji qanûna çarçoveya proseya aştiyê feydeyî webigirin, lê bicihanîna wê bi hilweşandina wê rêxistinê, valakirina şikeftan, radestkirina çekan û biryara Encûmena Ewlehiya Niştimanî ve hatiye girêdan.

Cîgirê Serokê Partiya Nasyonalîst a Tirkiyeyê (MHP) Fetî Yildiz li roja Şemiyê, 21ê Mijdara 2026ê, di dema tevlîbûna xwe ya di bernameyekê de li devera Uskudarê ya Stenbolê, hûrguliyên qanûna çarçoveyê ya naskirî bi "Tirkiyeya bê teror" zelal kirin.

Yildiz ragihand ku di girtîgehên Tirkiyeyê de çar hezar û 897 cezakirî û binçavkiritên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hene, û du hezar û 800 kes ji wê hejmarê dikarin ji vê qanûnê feydeyî webigirin.

Di derheqa wan kesan de jî yên ku ew qanûn wan venagire, navbirî amaje da ku ew kesên ku tawanên kuştinê kirine, teqe li serbazan kiriye, bombe ji bo welatiyan danîne û yên ku bi zindanîkirina hetahetayê tên dadgehkirin nikarin feydeyî ji vê qanûnê werbigirin. Herwisa ji bo wê yekê jî, tenê hebûna lêkolîn an dadgehkirinê bes e û pêdivîtî bi biryara dawiyê ya dadgehê nake.

Ji bo wan kesên din jî yên ku ev qanûn wan vedigire, Yildiz ragihand ku eger cezayê tawana wan heta 15 salan be, ceza, lêkolîn an dadgehkirina wan ji bo pênc salan tê paşxistin; eger jî ceza ji 15 salan zêdetir be, ji bo 10 salan tê paşxistin. Li gorî gotina Yildiz, eger di wê demê de ew kes dîsa tawanekê bike, lêkolîn û cezayê wî ji wî cihê ku lê rawestiyabû dê dest pê bike.

Di derheqa dema bicihanîna vê qanûnê de jî, Yildiz amaje bi wê yekê da ku qanûn di meha Tebaxê de hatiye pejirandin, lê destpêkirina bicihanîna wê bi bidawîanîna hebûna kiryarkî ya PKK û KCKê û hemî pêkhateyên ser bi wan ve, herwisa hilweşandina wê rêxistinê, valakirina şikeftan û radestkirina çek û teqemeniyan ji bo hêzên ewlehiyê ve hatiye girêdan.

Navbirî zelal jî kir ku piştî piştrastkirina radestkirina çekan ji aliyê desteyeke taybet ve û pejirandina raporta bidawîhatina hebûna kiryarkî ya wê rêxistinê bi biryara Encûmena Ewlehiya Niştimanî, piştî belavbûna biryarê di rojnameya fermî de des bi bicihanîna vê qanûnê tê kirin.

Proseya nû ya aştiyê, piştî bangawaziya Serokê MHPê Devlet Bahçeli, di 22ê Cotmeha 2024ê de dest pê kir. Piştre jî Rêberê zindanîkirî yê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025ê de daxwaz ji PKKê kir ku çekên xwe dane û xwe hilweşîne. Li ser wê bingehê jî, PKKê di kongreya xwe ya 12ê de li rojên 5 heta 7ê Gulana 2025ê biryara xwehilweşandin û bidawîanîna xebata çekdariyê da û di 12ê wê mehê de biryara xwe bi rengekê fermî ragihand; piştre jî di meha Tîrmeha 2025ê de pêngava yekê ya sembolîk a çekdanînê avêt.

Di çarçoveya pêngavên qanûnî yên vê proseyê de jî, Parlamentoya Tirkiyeyê di 10ê Tebaxa 2026ê de qanûna 12 madeyî ya "Xurtkirina Hevdengiya Niştimanî û Yekgirtina Civakî" (Qanûna hejmar 7595) pejirand û di 18ê Tebaxa 2026ê de di rojnameya fermî ya Tirkiyeyê de hat belavkirin.