Tulay Hatimogullari: Divê girtîgeh nebin tabûtxane

Enqere (K24) – Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja 5an de didomînin. 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî serdana çalakiya nobede ya îro kir.  Hatîmogullari di nobedê ragihand ku piştgiriya herî xurt ji bo pêvajoyê berdana girtiyên nexweş e û bang li li hemû saziyên maf û hiqûqê kir ku piştgiriyeke xurt bidin çalakiya malbatan. Hevseroka DEM Partiyê hişyarî da û got: ‘Divê girtîgeh nebin tabûtxane’.

Herwiha ligel xizm û malbatên girtiyên siyasî û nexweş Hevserokên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re MED-TUHADFEDê Pınar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat jî tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê MED-TUHADFEDê Kerem Canpolat di vî warî de ragihand: “Girtiyên nexweş li Tirkiyeyê girtiyên siyasî ne û 220 girtiyên nexweş hene. Lê ji vanan 52 yên ku rewşa wan hatine wê asta ku êdî jiyana xwe ji dest bidin. Ev çalakiya me jî ji bo wê ye.”

Kerem Canpolat herwisa got: “Ev du mehan wekî federasyona malbatên girtiyan li hemû Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên me hebûn û birastî me nedixwest em bên vê astê vê qonaxê. Lê Wezareta Dadê û Dewlet me guhdar nake, dengê me neçû wan.”

Navbirî tekez jî kir: “Ji ber wê em mecbûr bûn hatin vê derê. Herî dawî jî Tuncer Saglamê girtî jiyana xwe ji dest da. Ji ber wê em dixwazin ku tabût ji zîndanan dernekevin. Her tabûtek ji rihê pêvajoyê re çewtiyek e, her tabûtek di sere malbatên me de birastî neyartî çê dike.”

Cemîle Çîftçî ya xwişka Selîm Çiftçiyê ku girtî ye jî got: “Biraziyên min jî birayê min jî di girtîgehan de ne. Ev 29 sal in ku birayên min tê de ne. Nexweş e, li wan nabin xwedî, xizmetê ji wan re nakin, nabin bijîjkan, hay ji wan namînin, em ji bo nexweşên xwe hemiyan em ji bo Newrozê jî ji bo yên din jî hemû girtiyên me ne, nexweş in, em dixwazin wan serbest berdin.”

Cemîle Çîftçî amaje jî da: “Em vê dixwazin em dibêjin aştî, aştî, aştî..êdî em şer naxwazin, em dibêjin bila ne yê me bimrin ne jî cinazeye ji girtîgehan derkevin, ne cinaze ji çiyê werin, ne polîs herin, ne leşker herin, ne sivîl herin, bila kes jî nemire. Em aştiyê dixwazin.”

Hulya Guner Munuklu ya xwişka Omer Gunerê ku girtî ye jî ragihand: “Birayê min jî di zindanê de ye, ev 11 salan. 4 sal û nîvan jî di hûcreyekê de bi tenê ye. Lingê wî hatiye şikandin, 5 santîman linge wî pûç bûye ji edabê, ling şikestiye emelîyat nakin.”

Hulya Guner herwisa got: “Van zîndanan bila êdî vala bikin, dibêjin proseya aştiyê, madem wisa ye bila baweriya me jê bînin. Gotin proseya aştiyê lê êdî baweriya me jê nîne. Van nexweşan çima bernadin, van nexweşan çima derman nakin, çima emelîyat nakin.”

Herwiha çalakiya nobeda li ber Wezareta Dadê her roj di navbera saetên 14.00- 16.00an de tê lidarxist.