Hesen Mecîd: Li Kerkûkê erebkirin bi bergekî yasayî berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ragihand, bajarê Kerkûkê rûbirûyê gelek pirsgirêkên li ser hev kombûyî bûye û ji 16ê Cotmehê ve rewşa Kurdan li bajêr roj bi roj ber bi xirabûnê ve diçe.
Hesen Mecîd di beşdariya bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê de, derbarê destbikarbûna parêzgarê nû yê Kerkûkê Qehtan Wendawî de axivî. Mecîd diyar kir ku ji ber hebûna valahiya îdarî û ewlehiyê ya ji 29 rojan zêdetir, wan deng daye parêzgarê nû û ji bo xizmetkirina bajêr ew ê hevkariya wî bikin.
Derbarê sîstema dewrkirina post de, Serokê Fraksiyona PDKê rexneyên tund girtin û got: "Xirabtirîn û şikestxwarîtirîn cureyê sîstema birêvebirinê li Kerkûkê hatiye cîbicîkirin, ku di nava salekê de em parêzgarê sêyem bi rê dikin."
Li ser rewşa Kurdan û hevsengiya desthilatê, Hesen Mecîd aşkere kir ku ji 16ê Cotmehê ve, rewşa Kurdan roj bi roj xirabtir dibe û di hemû sektorên îdarî û ewlehiyê de nehevsengî û nedadperwerî heye; bi awayekî ku encamên hilbijartinê û piraniya niştecihan li ber çavan nehatine girtin.
Derbarê sektora ewlehiyê de jî Mecîd da zanîn ku pirhêzî û hebûna xalên kontrolê bûne barê giran li ser jiyana welatiyan. Ji ber vê yekê, wî diyar kir ku wan daxwaz kiriye dosyeya ewlehiya nav bajêr radestî polîsên xwecihî bê kirin û hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û Artêşa Iraqê sînoran biparêze.
Hesen Mecîd bal kişand ser dosyeya petrolê jî û amaje bi wê yekê kir ku di çarçoveya karên kompanyaya BPê de zêdetirî 100 kompanyayên lawekî kar dikin, lê piraniya wan ji derveyî bajêr hatine û xelkê Kerkûkê jê hatine bêparkirin.
Herwiha Mecîd tekez kir ku di rûniştina bê ya encûmenê de ew ê pêşniyar bikin ku rê li ber guhertina regezê erdan û qadên kesk bo niştecihbûnê bê girtin û got: "Erebkirin bi şêweyekî din û di bin bergê yasayî de li Kerkûkê berdewam e."
Li aliyê din, Parêzgarê nû yê Kerkûkê Qehtan Wendawî di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê soz da ku ew ê ligel tîma xwe xizmeta xelkê bajêr bike, rê li ber talankirin û qaçaxçîtiya petrolê bigire û li ser dosyeya 7 hezar pilên girêbestê jî lêkolîn û dûvçûnê bike.