Wezareta Lawan a Behreynê: Kurdistan di pêşxistina lawan de hevpareke me ya giring e
Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Cîhanî ya Lawan – Kurdistan 2026 li Hewlêrê birêve diçe û Behreyn jî xwesteka xwe ya ji bo bihêzkirina hevkariya di warê pêgihandina lawan de ligel Herêma Kurdistanê tekez dike.
Lûtkeya Cîhanî ya Lawan – Kurdistan 2026 yekem lûtkeya cîhanî ya lawan e ku li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. Lûtke ji aliyê Kurdistan Foundationê ve tê rêkxistin; sibê Sêşemê (24ê Mijdarê) dest pê dike û sê rojan berdewam dibe. Lûtke dê zêdetirî 800 ciwan û nûnerên ji 47 welatan ligel wezîr, berpirsên hikûmî, rêxistinên navneteweyî û serkirdeyên ciwan ên ji seranserê herêmê û cîhanê li Hewlêrê kom bike.
Di bin dirûşma "Nexşandina Paşerojê" de, lûtke ciwanan dixe navenda gotûbêjên li ser paşeroja kar, perwerde, teknolojî, jîriya çêkirî, keşûhewa û hevkariya navneteweyî. Ciwan ne tenê amadebûyî ne; ew panelan bi rê ve dibin, ligel wezîran li ser yek maseyê rûdinin û beşdariyê di dariştina pêşniyarên siyaseta rasteqîn de dikin.
Tora Hêviyê (Hope Network) ku salane çar konferansên navneteweyî saz dike, di Mijdara 2026an de bo cara yekem bi destpêşxeriya Kurdistan Foundationê serdana Kurdistanê kir û beşdariyê di Lûtkeya Cîhanî ya Lawan de dike ku ji 24 heta 26ê Mijdarê li Hola Se'id Ebdullah a Hewlêra paytext birêve diçe.
Ev bûyer dê êvareke tije mûzîka Kurdî û gotûbêjên rasteqîn be. Wezîr, sazî û serkirdeyên ciwan dê ezmûnên xwe yên serkeftî pêşkêş bikin û bi hev re ezmûn û ramanan biguherin, ji bo destnîşankirina mekanîzmayên guncav ên çareserkirina pirsên rojevî yên lawan.
Ev êvarexwarin nerîteke Tora Hêviyê ye ku salane li bajarên cuda yên cîhanê birêve dibe. Berî ku bê Kurdistanê, Tora Hêviyê ev êvarexwarin ji bo endamên xwe û berpirsên welatên mêvandar û biyanî li bajarên Dubay û Budapeştê li dar xistibû. Cara yekem e ev bûyer li Kurdistanê tê sazkirin.
Karên Tora Hêviyê û yekxistina rêxistinên lawan
Tora Hêviyê di sala 2024an de li Şahnişîna Behreynê bi serokatiya Şêx Nasir bin Hemed Al Xelîfe, Nûnerê Şahê Behreynê yê ji bo Karûbarên Mirovî û Lawan hatiye damezrandin. Ev tor sekoyeke cîhanî ye ji bo komkirina wezaretên lawan, saziyên hikûmî û rêxistinên taybet bi lawan re. Armanca sereke ya vê torê bikarxistina şiyanên lawan e, da ku bibin hêza ajoker a geşepêdana berdewam, dahênan û pêşketina cîhanî.
Rêveberê Pêwendî û Markêtîngê li Wezareta Lawan a Şahnişîna Behreynê Welîd Yûsif Behdehî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Tora Hêviyê li seranserê cîhanê xwedî 54 endaman e û qadeke taybet ji bo hevkarî, pevguhertina zanyariyan û karê hevbeş di warê pêşxistina lawan de diafirîne. Di demekê de ku law rûbirûyê komek astengî û derfetên hevbeş dibin—ji pêşxistina şiyanan û derfetên kar bigire heta beşdariya medenî û serkirdayetiyê—Tora Hêviyê sekoyeke pêwîst ji bo welat û saziyan dabîn dike da ku ji hev fêr bibin û li ser wan çareseriyan hevkariyê bikin ku bandora wan a rasteqîn heye."
Behdehî herwiha got: "Tora Hêviyê baweriya Behreynê nîşan dide ku law ne tenê sûdmend in ji geşepêdanê, belkî hevpar in di dariştina wê geşepêdanê de. Bi rêya girêdana saziyan û pevguhertina ezmûnên serkeftî, tor civakeke cîhanî ava dike ku lawan han dide da ku di civakên xwe de bibin pêşengên pêşketinê."
Hevkariya ligel Kurdistan Foundationê
Rêveberê Pêwendî û Markêtîngê li Wezareta Lawan a Şahnişîna Behreynê hevahengiya Herêma Kurdistanê û Behreynê wekî "mînakeke cîhanî" bi nav dike û dibêje: "Pêwendiya di navbera Şahnişîna Behreynê û Herêma Kurdistanê de mînakeke bihêz a hevkariya navneteweyî ye ji bo bidestxistina encamên berbiçav ji bo lawan. Ev hevkarî ku li ser bingeha pabendbûna bi bihêzkirina lawan hatiye avakirin, geş bûye û bûye pêwendiyeke bibandor ku girîngiyê dide pevguhertina ezmûnan û bihêzkirina saziyan."
Behdehî wiha berdewam kir: "Yek ji xalên girîng serdana Kurdistan Foundationê ya bo Behreynê di sala 2025an de bû, ku tê de şande ji nêzîk ve bi sîstema pêşxistina lawan a li Behreynê û bernameyên wekî 'Bajarê Lawan ê 2030'î aşina bû. Ev serdan derfeteke hêja bû ji bo pevguhertina ezmûnan di warê pêşxistina serkirdayetiya lawan de, di nav de gotûbêjkirina bernameya 'Lami'' a Behreynî û destpêşxeriya 'Gencîne' ya Kurdistan Foundationê, ku nîşan da ka modelên serkeftî çawa dikarin di civakên cuda de rêyên nû ava bikin."
Ev çalakî ne yekem karê hevbeş ê Kurdistan Foundationê ligel Behreyn û Tora Hêviyê ye. Behdehî li ser vê yekê got: "Beşdariya Rêvebera Giştî ya Kurdistan Foundationê Dr. Yara Berzincî di Lijneya Dadweriya Navneteweyî ya Xelata Şêx Hemed a ji bo Bihêzkirina Lawan de bi mebesta gihîştina Armancên Geşepêdana Berdewam, xaleke din a werçerxanê bû. Vê beşdariyê pisporiya saziyê û wê bawerî û pabendbûna hevbeş nîşan da ku pêwendiya di navbera her du aliyan de bihêztir kiriye. Herêma Kurdistanê endameke çalak û hêja ya Tora Hêviyê ye û bi berdewamî beşdariyê di civîn û çalakiyan de dike. Kurdistan Foundation li kêleka Lûtkeya Cîhanî ya Lawan a li Kurdistanê mêvandariya şîva Tora Hêviyê ya bi navê 'Êvara Hêviyê' dike, ku ev yek nîşana xurtbûna pêwendiyan û baweriya hevbeş e ku veberhênana di lawan de mifteya paşerojeke geştir e."
Destpêşxeriyên hevbeş ên paşerojê
Behreyn dixwaze pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê xurtir bike. Welîd Yûsif Behdehî dibêje: "Ji bo paşerojê qadeke berfireh heye ji bo bilindkirina asta hevkariya di navbera Şahnişîna Behreynê û Herêma Kurdistanê de bi rêya çarçoveyeke rêkxistîtir. Armanca sereke fermîkirina vê pêwendiyê ye bi rêya yadaştnameyeke hevbeş a lihevtêgihiştinê ku deriyên nû ji bo hevkariya demdirêj vedike."
Derbarê warên ku dê bibin armanca sereke ya her du aliyan, wî got: "Warekî sereke dê pevguhertina şandeyên lawan be da ku serkirdeyên ciwan ji nêzîk ve destpêşxeriyên serkeftî nas bikin û toreke bihêz a pêwendiyan ava bikin. Herwiha derfetên berbiçav hene ji bo pêşxistina bernameyên hevbeş û sekoyên pevguhertina zanyariyan ku lawan bi wan şiyanan çekdar dike yên ku ji bo cîhaneke bi hev ve girêdayî pêwîst in."
Behdehî tekez jî kir: "Bi rêya Tora Hêviyê, em dikarin van hewldanan berfirehtir bikin bi xurtkirina pêwendiya lawên Behreynê, Herêma Kurdistanê û endamên din ên torê ligel civaka cîhanî. Armanca me ya hevbeş ew e ku em ji gotûbêjê derbas bibin û mekanîzmayên berdewam ji bo hevkariyê ava bikin ku serkirdeyên ciwan bihêz bikin û beşdariyê di avakirina paşerojeke dahêner û tije hêvî de ji bo herêmê bikin."