Awareyên Şingalê daxwaza xerckrinia qerebûyên xwe ji Hikûmeta Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro zêdetirî 30 hezar malbatên Şingalê di nava kampan de dijîn û piraniya wan hîn qerebûya zirarên xwe wernegirtiye. Tevî derbazbûna 12 salan di ser wê karesatê re, malbatên aware li hêviya pêngavên Hikûmeta Îraqê ne daku di hewara wan biçe û erkên xwe yên mirovî li hember şêniyên Şingalê bi cih bîne.

Babê Tayir Şingalî, ku awareyekî xwecihê kampan e, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Malên me li Şingalê hilweşiyane û ti jîngeheke avadan ji bo vegerê nemaye. Em daxwaz dikin ew pereyê ku ji bo awareyan hatiye terxankirin, berî proseya vegerê bi zûtirîn dem bi malbatan bê dan daku karibin malên xwe ava bikin, ji ber ku ti kes nikare vegere ser mala wêrankirî."

Berpirsê Nivîsîngeha Şingalê ya Karûbarên Deverên Kurdistanî Sufyan Yûsif li ser rewşa deverê got: "Piraniya malên Şingalê çi li başûr û çi li bakur hatine teqandin. Rêjeya wêranbûna deverê li gorî wê amara ku Parlamentoya Îraqê deng li ser daye, %85 e."

Zêdetirî %80 ya awareyên Şingalê di wê baweriyê de ne ku xaniyên wan li deverê bi kêrî jiyanê nayên. Ew tekez dikin ku divê Hikûmeta Îraqê li hember awareyan erkeke mirovî hebe daku karibin jiyana kampan bi dawî bînin.

Di civîna dawiyê ya Serokwezîrê Îraqê ligel endamên Parlamentoya Îraqê û Encûmena Parêzgeha Neynawayê de, biryar hat dan ku 100 milyar dînar ji bo avadankirina Şingalê û qerebûkirinê bên terxankirin, lê hîn dest bi bicihanîna wê biryar nehatiye kirin.

Nûnerê Pêkhateya Êzidiyan li Parlamentoya Îraqê Xalid Seydo ragihand: "Ew pereyê ku hatiye terxankirin dê di nava xelkê de bê xerckirin, ku mînheya çar milyon dînarî ya vegerê ligel qerebûya ziraran vedigire. Heta niha xelkê tenê %5 heta %10 ji qerebûyên xwe wergirtiye, tê pêşbînîkirin ku bi wan 100 milyar dînaran rêje bigihîje %50 heta %60, ew jî dê bibe destpêkek ji bo vegera xelkê ji bo cih û warên wan."

Piştî hatina DAIŞê ji bo Şingalê, zêdetirî %80 ya jêrxaneya aborî ya deverê wêran bû. Heta niha 49 hezar malbatên Şingalê karûbarên xwe yên qerebûkirinê temam kirine, lê hîn ew pere negihîştiye destê wan. Ji bo ku ji nû ve bê avakirina, pêdivîtiya Şingalê bi 10 trilyon dînaran heye.