Wezîra Ciwanan a Behreynê: Beşdariya ciwanan guhertina rastîn çêdike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Karûbarên Ciwanan a Behreynê Rewan bint Necîb Tofîqî, di çarçoveya beşdarbûna xwe ya di panelekê li Lûtkeya Cîhanî ya Lawan li Hewlêrê de, kêfxweşiya xwe ya ji bo yekem serdana xwe bo Herêma Kurdistanê anî ziman û ragihand ku xelkê Kurdistanê û çîroka wan herî zêde bala wê kişandiye.
Wezîra Karûbarên Ciwanan a Behreynê amaje bi wê yekê kir ku ev serdana wê dê bibe destpêkek ji bo gavên din û tekezî li ser wê yekê kir ku guhdarîkirina li xelkê Herêma Kurdistanê cihê kêfxweşiya wê û şandeya navdewletî ye.
Derbarê ezmûna xwe ya di biryardanê de, Rewan Tofîqî zelal kir ku berî wergirtina berpirsiyariyê di hikûmetê de, di warê bankayê de kar kiriye û fêrî wê yekê bûye ku berî biryardanê nirxandinê ji bo girîmaneyan bike. Herwiha eşkere kir ku herdem di hikûmetê de dipirse ka kî dê ligel wê biryarê bijî û kî dê bikeve bin bandora wê, ji ber ku dibe hûrgiliyeke biçûk guhertinê di biryarê de çêbike.
Hevdem tekezî li ser girîngiya vekirîbûna ji bo fêrbûn û guhertina ramanan, û herwiha xweragiriyê di dema rûbirûbûna astengan de kir. Tekez jî kir ku avakirina baweriyê bingeha sereke ye, ji ber ku xelk şopandina cîbicîkirina sozên piştî civînan dikin.
Di mijareke din a gotinên xwe de derbarê rola ciwanan li Behreynê, Wezîra Karûbarên Ciwanan eşkere kir ku wan çarçoveya "5+1" dest pê kiriye ji bo zanîna daxwazên ciwanan, piştgirîkirina wan û gihandina dengê wan.
Tofîqî amaje bi wê yekê jî da ku carinan gumanên berpirsan li ser şiyana ciwanan ji bo hilgirtina berpirsiyariyê hene, lê dema ku erk ji wan re tê spartin, rasterast guhertinê çêdikin. Tekez jî kir ku nabe tenê bi wergirtina nêrînên ciwanan rawestin, belkî pêwîst e di dema guncaw de, bi taybetî di danîna budce û pêşîneyan de, guh li dengê wan were girtin û bi rêya beşdarbûn û tevlîkirina wan pirsgirêk werin çareserkirin.