Serok Barzanî: Peywendiyên me ligel Rûsyayê dîrokî û dostane ne

Serok Barzanî û Marat Rejbedinov
Serok Barzanî û Marat Rejbedinov

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li Hewlêrê kir û di hevdîtinê de her du aliyan tekez li ser peywendiyên dîrokî û berfirehkirina hevkariyan di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de kir.

Baregayê Barzanî belav kir ku Serok Mesûd Barzanî îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Rûsyayê li bajarê Hewlêrê Marat Rejbedinov kir.

Di wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê, amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê û rola Barzaniyê Nemir di xurtkirina dostaniya di navbera her du aliyan de da.

Marat Rejbedinov tekez li ser xwesteka welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan di warên cihêreng de kir. Ew yek jî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet ji bo Rûsyayê heye û rola Herêma Kurdistanê di tenahiya Îraq û deverê de bilind nirxand û rêz û hurmet ji bo xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê hebû.

Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê kir û tevî destpêkirina karî li wî pîroz kir, piştgiriya xwe jî ji bo bicihanîna erkên wî wekî Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê ragihand.

Serok Barzanî peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê de wekî dîrokî, bihêz û dostane wesif kirin û daxwaza berfirehtirkirina wan peywendiyan bû.