Wezîrê Werzişê yê Lîbyayê: Hikûmeta Lîbyayê dixwaze konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Werzişê yê Lîbyayê silavên Serokwezîrê welatê xwe gihandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û jê re ragihand ku Hikûmeta Lîbyayê dixwaze konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro Sêşemê, 24ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Wezîrê Werzişê yê Lîbyayê Heysem El-Zehaf kir.

Wezîrê Werzişê yê Lîbyayê, tevî diyarkirna kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê û tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan de li Hewlêrê, silav û rêzên Serokwezîrê Lîbyayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û tekez li ser girîngiya bihêzkirina peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî da ku ew dixwazin di paşerojyê de konsulxaneya Lîbyayê li Herêma Kurdistanê vekin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan ligel Lîbyayê diyar kir.