Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelik li Deriyê Xabûrê hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik îro sibehê li Deriyê Sînorî yê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PWKê Cano Amedî ji Kurdistan24ê re ragihand, Mustafa Ozçelik li Deriyê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin. Amedî bertek nîşanî bûyerê da û got: “Em bi tundî van helwestên hovane şermezar dikin.”

Hat diyarkirin ku Mustafa Ozçelik ê ku li Hewlêrê bû û ber bi Tirkiyeyê ve diçû, îro sibehê li Deriyê Sînorî yê Xabûrê hatiye binçavkirin.

Di konferansa ku di 9ê Mijdarê de li Diyarbekirê hatibû lidarxistin de, ji aliyê partî û pêkhateyên siyasî yên Kurd ve Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) hatibû ragihandin.

Sibeha 17ê Mijdara 2026an, li dijî endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ), operasyoneke berfireh a polîsan hatibû lidarxistin. Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî di nav de 14 siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin û piştî ku derketibûn pêşberî dadgehê, serbest hatibûn berdan.

Herwiha di heman operasyonê de, li Stenbolê lêgerîn li mala Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelik jî hatibû kirin. Lê Ozçelik wê demê li Hewlêra Başûrê Kurdistanê bû.