Li Eskîşehîrê helîkoptereke leşkerî ket: 5 leşkeran canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Eskîşehîrê ya Tirkiyeyê, helîkoptereke leşkerî ya ser bi Fermandariya Hêzên Asmanî di dema firîna perwerdeyê de tûşî qezayê bû û di encamê de 5 karmendên leşkerî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand, helîkoptera ji cureyê AS-532 a ser bi Fermandariya Hêzên Asmanî, şeva borî 24ê Mijdara 2026an ji bo firîna perwerdeyê ji Eskîşehîrê rabûbû û tûşî qezayê bûye.
Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di wê qezayê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û ji bo malbatên wan sersaxî û sebir hat xwestin.
Wezîrê Berevaniya Neteweyî Yaşar Guler di peyama xwe ya sersaxiyê de nasnameya karmendên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane parve kir.
Piştî qezayê, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz, Serokê Ragihandinê Burhanettin Duran, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik û Fermandariya Hêzên Hevbeş a NATOyê ya Brunssumê (JFCBS) peyamên sersaxiyê belav kirin.