Parlamenterekê PDKê: Bizava komkirina îmzayan bo piştevanîkirina biryarên Bexdayê bi ser neket
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê radigehîne ku biryarên nû yên Hikûmeta Îraqê li dijî Herêma Kurdistanê neqanûnî ne û nayên bicihanîn, eşkere jî dike ku Parlamenterên Şîe nekariye 50 îmzeyan jî ji bo piştgiriya wan biryaran kom bikin.
Endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê Binas Doskî îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, di dema tevlîbûna xwe ya di bultena nûçeyan a seet 13:00 ya Kurdistan24ê de ragihand ku daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê neçaverêkirî bû û nerazîbûneke mezin li navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê jê peyda bû.
Doskî amaje bi wê yekê jî da ku ew daxwaz û rêkarên Bexdayê bi giştî li derveyî Destûra sala 2005ê ya Îraqê ne, bi taybetî di destûrê de bi eşkereyî behsa birêvebirina hevpar a gumrikan di navbera hikûmeta federalî, hikûmeta herêman û parêzgehan de hatiye kirin. Zelal jî kir ku Kurd û bi taybetî PDK ji damezrînerên serekî yên Îraqa piştî sala 2003ê û Destûra sala 2005ê bûn.
Li ser danberheviya dosyaya petrola Herêma Kurdistanê bi devera "Curf Sexr"ê re, wî Parlamenterê PDKê tekez kir ku ew danberhevî stemeke mezin e, ji ber ku li "Curf Sexr"ê hêlên petrol û gazê hatine şikandin û bi awayekî neqanûnî petrol tê dizîn.
Navbirî behsa wê yekê jî kir ku di raporteke hewalgirî de, ku kopiyek jê ji bo parlamentoyê hatiye şandin û kopiyek jî li cem wî ye, amaje bi du xalan hatiye kirin; ya yekê ew petrola dizî ya ku ji Îraq û "Curf Sexr"ê tê, bi rêya Kerkûk û Silêmaniyê ber bi Îran û Efxanistanê ve tê birin, ya duyê jî bêyî ti bingeheke rast tometa hinardekirina neqanûnî ya petrolê bi kompaniya petrolê ya Norwêcî "DNO" hatiye radan, di demekê de ku berî nêzîkî 20 rojan wê kompaniyê ji ajansa "Reuters"ê re eşkere kiribû ku pişka xwe di bazara navxweyî de difiroşe.
Li ser sedema îmzenekirina lihevkirina sêalî ya hinardekirina petrolê di 27ê Îlona 2025ê de ji aliyê kompaniya DNOyê ve, Doskî eşkere kir ku ew kompaniya Norwêcî di sala 2023ê de bi buhayê 100 milyon dolaran petrol radestî kompaniya SOMOyê kiriye û heta niha pereyê wê nedaye, lewma bêbawerî çê bûye û kompanî daxwaz dikin ku pişka xwe bi petrolê werbigirin û rasterast bifiroşin.
Doskî herwisa got ku Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xuzeyr, ku berê wekîlê wezaretê bû ji bo karûbarên derxistinê û endamê çalak ê danûstandinan bû, hûrgiliyên hemî lihevkirinan ji "A heta Zê" dizane.
Wî eşkere jî kir ku ji duhî ve Parlamenterên Şîe mijûlî komkirina îmzeyan in, ji bo lidarxistina rûniştineke parlamentoyê ji bo piştgiriya helwesta Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, lê ji nav 180 Parlamenterên Şîe û 329 endamên parlamentoyê, heta niha wan nekariye 50 îmzeyan jî kom bikin û tenê yek yan du Parlamenterên Sune û Kurd îmze kiriye.
Endamê Fraksiyona PDKê herwisa zelal jî kir ku di nava Encûmena Wezîran de dengê serokwezîr û dengê wezîrekî wekî Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên wekhev in û wekî yek tên hejmartin.
Di dawiya axaftina xwe de jî, wî endamê Fraksiyona PDKê pesnê daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê da û piştrast kir ku wê yekhelwestiyê her pênc milyon Kurdên Herêma Kurdistanê kêfxweş kirin û rasterast pêgeha Kurdan li Bexdayê bihêztir kir. Amaje bi wê yekê jî da ku ji sala 1921ê ve her dema Bexdayê stem li gelê Kurd kiribe, Îraq bi xwe tûşî neseqamgîriyê bûye, Kurdan jî ku xwe li ber kîmyabar û jenosîdan girtiye, ji zextên bi vî rengî natirse.