Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê li derveyî destûra Îraqê serederiyê ligel ti biryarekê nake
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê kir û pê re tekez kir ku Herêma Kurdistanê serederiyê ligel ti biryareke derveyî destûrê nake û ti kes û alî nikarin bi aqliyeta înkarkirinê îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê bisepînin.
Serok Mesûd Barzanî îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolò Fontana kir.
Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Tommaso Sansone jî tê de amade bû, behsa rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û helsengandin ji bo pêşhatên nû yên di nav peywendiyên Hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi taybetî hat kirin.
Her girêdayî vê mijarê, Serok Barzanî tevî amajedana bi biryara leşkerî ya duhî ya Hikûmeta Îraqa Federal, tekez li ser wê yekê kir ku destûrê awayên desthilat û peywendiyên di navbera her du aliyan de diyar kirine û Herêma Kurdistanê serederiyê ligel ti biryar û mijareke ku li derveyî Destûra Îraqê be nake.
Serok Barzanî ew yek jî eşkere kir ku hemî bizav tên kirin ji bo ku arêşe bên çareserkirin, lê mafê ti kes û aliyekî nîne bi biryara nedestûrî û aqliyeta înkarkirinê îradeya xwe li ser gelê Kurdistanê bisepîne.
Her di wê hevdîtinê de, Balyozê Îtalyayê li Îraqê ragihand ku welatê wî bi girîngî ve li rol û pêgeha Herêma Kurdistanê dinêre û piştgiriyê li Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dike.
Balyozê Îtalyayê herwisa hêvî jî xwast ku pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi diyalog û hevfêmkirinê bên çareserkirin û bigihin encameke baş.