Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê: Em gefên li dijî Herêma Kurdistanê red dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, herwisa ew biryarên Hikûmeta Îraqê red kirin ên ku gefên bikaranîna hêzê dikin û rêkarên yekalî li hember desthilatên Herêma Kurdistanê disepînin.
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku ew bi girîngî ve çavdêriya pêşhatên helwestên siyasî yên di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin û bi vê helkeftê jî, ew piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya îro ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihînin.
Di daxuyaniya sendîkayê de, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de hikûmeta federalî ji bo pabendbûna bi neguherên niştimanî di parastina qewareya Herêma Kurdistanê de û çareserkirina pirsgirêkan li gorî madeyên destûrê pal daye.
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê tekez li ser helwesta xwe ji bo redkirina wan biryarên Hikûmeta Îraqê kiriye yên ku gefên bikaranîna hêzê û sepandina rêkarên yekalî dikin û dest dibin desthilatên Herêma Kurdistanê. Piştrast jî kir: "Ev yek di xwe de wekî binpêkirineke eşkere ya canê destûr û mafên Herêma Kurdistanê tê hejmartin".
Sendîkayê herwisa daxwaz ji rojnamevanên Kurdistanê kiriye ku helwesteke hevsoz hebe, ji bo piştgirîkirina çespandina sîstema federalî û qewareya Herêma Kurdistanê û redkirina wan gefên ku dest dibin qewareya Herêma Kurdistanê; zelal jî kiriye ku ev helwest di çarçoveya madeya 20ê, benda şeşê ya qanûna Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê de ye, ku berevanîkirina ji qewareya Herêma Kurdistanê, sîstema federalî û mafên destûrî wekî berpirsiyariyeke niştimanî wesf dike û pişta xwe bi wan armancan ve girê dide yên ku sendîka li ser hatiye damezrandin.
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê herwisa hêvî xwestiye ku dosyayên hilawîstî yên di navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li gorî destûr û hevpariyê bên çareserkirin, ji bo parastina aştiya civakî û mafê hemî pêkhateyên gelê Îraqê.