Li Hesekê DAIŞê êrîşî bingeheke ewlehiyê kir: kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Hesekê ragihand ku şaneyên DAIŞê bi êrîşa xwekujî û matorsîklêteke bombekirî êrîşî bingeheke ewlehiyê kiriye û di encamê de du leşker hatine kuştin û pêncên din jî birîndar bûne.

Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxweyî li Hesekê Emîd Merwan Elî îro Çarşem 25ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyeke vîdyoyî de ragihand ku şaneyên rêxistina DAIŞê bi zêdetirî êrîşeke xwekujiyê êrîşî yek ji bingehên ewlehiyê yên yekgirtî kiriye û di encamê de du leşker hatine kuştin û pêncên din jî birîndar bûne.

Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxweyî li parêzgeha Hesekê da zanîn jî ku wekî nerîta xwe, DAIŞê piştî wê tenahiya ku li bajar û parêzgeha Hesekê bi dest hatiye, xwest bi rêya teqînekê yan zêdetirî teqîneke xwekujiyê li ser yek ji bingehên ewlehiyê yên yekgirtî peyamekê bigihîne.

Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxweyî yê Hesekê behsa wê yekê jî kir ku li gorî amara destpêkê, êrîş bûye sedema kuştina du leşkeran û birîndarbûna pênc kesên din.

Herwisa ajansên nûçeyan belav kiriye ku matorsîklêteke bombekirî li ber deriyê navendeke Hêzên Ewlehiya Navxweyî li devera Mişêrfeyê teqiye, piştî teqînê jî dengê teqeyeke dijwar û çend teqînên din hat bihîstin.