Brîtanya: Helmeteke komkirina îmzeyan ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê tê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Brîtanyayê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê helmeteke komkirina îmzeyan dest pê kiriye; bi rêya vê helmetê emailên otomatîk ji bo parlamenterên herêmî (MPs) tên şandin, da ku piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan bidin.

Îro Pêncşemê (26ê Mijdara 2026an) di peyameke bangawaziyê de ku arasteyî welatî û niştecihên Brîtanyayê hatiye kirin, daxwaz tê kirin ku ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê beşdarî îmzekirina daxwaznameyekê bibin.

Li gorî peyamê, gava her kesek daxwaznameyê îmze bike, rasterast emaileke otomatîk ji bo nûnerê wî yê li Parlamentoya Brîtanyayê tê şandin û daxwaz jê tê kirin ku dengê xwe bilind bike û piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê rabigihîne.

Di heman demê de rêkxerên helmetê daxwazê ji beşdaran dikin ku daxwaznameyê ligel heval û kesûkarên xwe yên li seranserê Brîtanyayê parve bikin, da ku ew jî bi rêya parlamenterên xwe daxwaza piştgiriyê ji bo Herêma Kurdistanê bikin.

Lînka beşdarbûna di îmzekirina daxwaznameyê de