Serdar Ebdula: Daxuyaniya Dadgeha Federalî guhertina destûra Îraqê ye

Serdar Ebdula
Serdar Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedar û endamê berê yê Parlamentoya Îraqê Serdar Ebdula radigihîne ku biryara duhî ya Dadgeha Federalî ne destûrî ye û destkarî di destûrê de kiriye, tekez jî dike ku Kormor girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye û li gorî destûrê Hikûmeta Îraqê nikare hêzê jê re bişîne.

Siyasetmedar û endamê berê yê Parlamentoya Îraqê Serdar Ebdula îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, tevlî bultena nûçeyan a seet 12:00 ya Kurdistan24ê bû û tê de ragihand ku îro Înstityota Biryara Kurdistanê beyannameyekê bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî belav dike û tê de diselimîne ku biryara duhî ya Dadgeha Federalî ne destûrî bûye, herwisa îro malpera wê înstityotê bi dirûşma "Avakirina Kurdistana Mezin" dest bi weşanê dike.

Di derheqa gotinên Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Îraqê de jî, ku behsa amadehiya artêşê ji bo çûna her cihekî tevî Kerkûkê jî kiribû, Serdar Ebdula got: "Erkê artêşa Îraqê tenê parastina sînorên navneteweyî ye û li gorî destûrê mafê wê nîne biçe nav bajaran û ew ne erkê artêşê ye."

Wî siyasetmedarî amaje bi rewşa Kormorê jî kir û zelal kir ku Kormor girêdayî qezaya Çemçemalê û parêzgeha Silêmaniyê ye û li gorî Destûra Îraqê di bin îdareya Herêma Kurdistanê de ye, lewma Hikûmeta Îraqê nikare hêzê ji bo Kormorê bişîne.

Di derheqa diyarkirina sînorên Herêma Kurdistanê de jî, navbirî amaje bi wê yekê da ku sînor bi du madeyên destûrî tên diyarkirin ku bi hev ve hatine girêdan; yek ji wan madeya 53ê ya Qanûna Îdareya Dewletê ye ku hatiye nav destûrê û dawî sînorê beriya jinavçûna rejîma Beisê di xêza şîn de diyar dike, ya din jî girêdayî deverên duberekî li ser e. 

Serdar Ebdula tekez jî kir ku ji bo diyarkirina sînorê fermî yê Herêma Kurdistanê divê her du made bên bicihanîn û şopên erebkirin û tehcîrê di wan deveran de bên rakirin, ji ber ku ew sînorê ku niha heye Sedam Husên sepandiye.

Serdar Ebdula rexne li awayê bikaranîna destûrê û biryarên Dadgeha Federalî jî girt û got: "Wextê xwe ku ev destûr bi hevpariya hemî pêkhateyên Îraqê hat nivîsandin, armanc jê rizgarkirina Îraqê ji dîktatorî û hukmê kitekesî bû, lê niha her ew destûr ji bo çêkirina eynî awayê hukmê kevn tê bikaranîn, Dadgeha Federalî jî duhî di biryara xwe de tefsîra destûrê nekiriye, belkî destûr guhertiye."