Civîna PDK û YNKê li Silêmaniyê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê bi dawî hat û tê de biryar li ser pêkanîna du lijneyên yasayî û siyasî û amadekariya ji bo civîna diyaloga niştimanî hat dayîn.

Li gorî zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê, civîna lûtkeyê ya di navbera şandên bilind ên PDK û YNKê de, îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an) li baregeha Mekteba Siyasî ya YNKê birêve çû û bi dawî hat.

Peyamnêrê me ji zarê jêderekî bawerpêkirî ve veguhast ku civîn li ser destpêşxeriya çend berpirsên bilind ên her du aliyan hatiye lidarxistin. Li gorî gotina wî jêderî, sedema sereke ya lidarxistina civînê di vê demê de ew e ku berpirsên bilind ên her du aliyan hest bi metirsiyê kirine; ji ber ku Hikûmeta Iraqê ji bilî wan xalên ku bi rêya Berdevkê Hêzên Çekdar ve taybet bi Herêma Kurdistanê belav kirine, gavên gelekî zêdetir di destê wê de hene li hemberî Herêmê, lê hîn ew ranegihandine.

Armanca civînê ew bûye ku her du alî bikaribin ji bo civîna roja Sêşemê, 1ê Mijdarê, ya diyaloga niştimanî bi yek gotar û yek rûpeleke siyasî ya Kurdî beşdar bibin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê, her du partiyan amadekariya temam kiriye û dibe ku Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî beşdarî civîna roja 1ê Mijdarê bibin, lê hîn beşdarbûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî yekalî nebûye.

Pêkanîna du lijneyan

Peyamnêrê Kurdistan24ê destnîşan bi wê yekê jî kir ku di civînê de biryara pêkanîna du lijneyan hatiye dayîn:

- Lijneya yasayî: Ji kesên pispor ên destûrî û yasayî pêk tê ji bo bersivdana hemû wan xalên ku Hikûmeta Iraqê dixwaze li hemberî Herêma Kurdistanê cîbicî bike û xal bi xal neyasayîbûna wan zelal bike.

- Lijneya siyasî: Ji berpirsên bilind ên her du partiyan pêk tê ji bo gotûbêjkirina li gel Hikûmeta Iraqê. Eger heye ku piştî civîna roja Sêşemê, şandeke hevbeş ji endamên vê lijneyê serdana Bexdayê bike û li gel berpirsên bilind ên Hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî, bi taybetî Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan gotûbêjan bike.

Li gorî wî jêderî, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku ew xal û biryarên li hemberî Herêma Kurdistanê hatine derxistin, xwedî cewherekî siyasî ne û tenê cilekî yasayî lê hatiye kirin; lewra ew dixwazin hem bi awayê siyasî û hem jî bi awayê yasayî ji Hikûmeta Iraqê re biselmînin ku ew gav bi temamî nedestûrî û neyasayî ne.