Sermayedar û bazirganên Îmaratê bo Herêma Kurdistanê tên vexwendin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Jûrên Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê serdana Îmaratê kir û biryar e sala bê korbendeke hevbeş a aborî li Hewlêrê were sazkirin.

Berdevkê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê Karwan Sûrçî îro 29ê Mijdara 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand, di çend rojên borî de şandeke Jûrên Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê, ku ji Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê û serokên her çar jûrên din ên bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê pêk hatibû, serdana Îmaratê kir û bi berpirs û bazirganên Dubayê re civiya.

Di civînan de tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên aborî û bazirganî û her wiha berfirehkirina hemahengiyê hat kirin. Sûrçî got jî ku ev serdan di çarçoveya bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ji bo xurtkirina pêwendiyên ligel welatên Erebî.

Berdevkê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê yên Herêma Kurdistanê ragihand jî, Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê bazirgan û sermayedarên Îmaratê vexwendine Herêma Kurdistanê û daxwaz ji wan kiriye ku serdana Hewlêrê bikin û li Herêmê veberhênanê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Jûra Bazirganiyê ya Dubayê û bazirganên wî welatî ew vexwendin qebûl kiriye, dê sala bê serdana Hewlêrê bikin û biryar e korbendeke hevbeş a bazirganî û aborî jî were lidarxistin.