Keşnasiya Herêmê: Ji îro ve baran dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê îro 29ê Mijdara 2026an ragihand, tê pêşbînîkirin pêleke baranbarînê berê xwe bide Herêma Kurdistanê û bandorên wê ji bo çend rojan li herêmê berdewam bin.

Di pêşbîniya Keşnasiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku ji ber bandora fişara nizm a Deryaya Spî, îro Yekşemê li piraniya deveran asman dê ewravî be; di heman demê de barana hûr a bi navber û li navçeyên çiyayî jî barana navîn dê bibare. Her wiha hatiye amajekirin ku sibe Duşemê bandora barînê li ser herêmê dê lawaz bibe û egera barana hûr heye.

Keşnasiya Herêmê zelal kir ku roja Sêşemê pêla baranbarînê dê dîsa çalak bibe; ji saetên sibehê heta saet 4:00ê êvarê, dê baran bi rêjeya navîn bibare û di hin deman de dê birk û birûsk jî pê re bin.

Ji êvara Sêşemê ve, ji ber yekgirtina her du fişarên nizm ên Deryaya Spî û Deryaya Sor, pêl dê bihêz bibe û dê bi taybetî sînorê parêzgeha Hewlêrê, beşek ji parêzgeha Kerkûkê, piştre parêzgeha Silêmaniyê û Îdareya Germiyanê bigire nav xwe.

Keşnasiyê ragihand jî, dema herî zêde ya barînê dê ji saetên êvara Sêşemê heta berbanga Çarşemê be; di wê demê de dê barana gur, tavbaran û birk û birûsk hebin, her wiha di dema barana gur de egera bilindbûna asta avê heye.

Bandora vê pêlê dê heta saetên sibeha Çarşemê çalak bimîne; ligel barînê dê pileya germahiyê dakeve û li navçeyên çiyayî yên bilind û sînorî dê berf bibare.