Li Tirkiyeyê ji ber gotina peyva "Kurdistan" zarokên 12-13 salî hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterekî DEM Partiyê aşkere dike ku li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê, hejmarek zarokên 12 heta 13 salî ji aliyê tîmên dijeterorê ve hatine desteserkirin, tenê ji ber ku di nav dibistana xwe de peyva "Kurdistan"ê bikar anîne.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Farûq Gergerlîoglu, îro Yekşemê (29ê Mijdara 2026an) li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Xê belav kir, li Dibistana Navîn a "Polîsan" a li navçeya Dîlovasiyê ya parêzgeha Kocaeliyê, zarokên 12 heta 13 salî ji ber gotina peyva "Kurdistan"ê hatine desteserkirin.
Gergerlîoglu amaje bi wê yekê kir ku wî pêwendî bi malbatên wan zarokan re kiriye û derbarê bûyerê de zanyarî wergirtine û got: "Li Dibistana Navîn a Polîsan a li Dîlovasiya Kocaeliyê, zarokên 12 heta 13 salî li dibistanê gotine 'Kurdistan'."
Wî parlamenterê DEM Partiyê zelal kir jî: "Mamostayên wan jî polîs ji wê mijarê agahdar kirine, piştre tîmên têkoşîna li dijeterorê ji Îzmîtê hatine, zarok desteser kirine û birine, paşê ew azad kirine."
Omer Farûq Gergerlîoglu di peyama xwe de amaje bi hesabê fermî yê Parêzgarê Kocaeliyê jî kir û derbarê bûyerê de zelalkirineke fermî jê xwast.