Dibistanên parêzgeha Sineyê ji ber belavbûna pejîka enfluensayê hatin daxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêj zivistanê deriyê xwe venekiriye, lê pêleke pejîkê polên xwendinê li Rojhilatê Kurdistanê vala kirin û nexweşxane tijî kirin. Ev çend hefte ne ku enfluensayê parêzgeha Sineyê vegirtiye û niha ev parêzgeha sêyê ya Îranê ye bi tûşbûna bi wê pejîkê.
Vê nexweşiyê xwendekar xistin ser nivînên nexweşiyê û berpirs neçar kirin ku ji bo şikandina zincîra wê pejîkê, xwendinê li Sine, Seqiz, Merîwan, Bane, Dêgulan û Paweyê bikin serxet (online), herwisa serdanên navendên tenduristiyê jî bi lez zêde bûne.
Cîgirê Tenduristiyê li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Sineyê Dr. Xalid Rehmanî di vî warî de ragihand: “Di hefteya borî de li gorî hefteya pêştir, nêzîkî du hezar serdanên nexweşxaneyên me li parêzgehê zêde bûne û piraniya haletan ji ber nexweşiya enfluensayê ne. Di nav wan haletên ku hatine razandin û em pişkinînê ji wan re dikin, nêzîkî 40% ji testên me ji bo enfluensayê pozîtîf in. “
Rewşa wan zarokên ku berê xwe didin nexweşxaneyan, hişyariya tenduristiya parêzgehê piştrast dike û dibêje ku zarok û ewên ku berevaniya wan lawaz e zûtir dikevin ber wê pejîkê.
Rêveberê Pişka Nexweşiyan li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Sineyê Dr. Cîhanbexş Yûsifî jî got: “Çend kom hene ku di bin metirsiyê de ne; ew kesên ku bi her sedemekê berevaniya laşê wan lawaz e, bo nimûne kesên bi temen, zarok, jinên ducanî, herwisa ewên ku nexweşiya dil, pişik, pestoya xwînê, tengenefesî (rebo) an şekir heye, eger ev tûş bibin, bi piranî bi tundî vedigire.”
Kadroyên tenduristiyê jî van rojan demeka tijî zext derbaz dikin û berdewam pêşwaziya wan nexweşan dikin ên ku berê xwe didin navendên dermanî.
Pizîşka Pişka Hawarhatinê ya Nexweşxaneya Bêisetê (Farisî) Dr. Ziyayî di vî warî de ragihand: “Piraniya wan zarokên ku tên cem me, zêdetir bi nîşanên serêş, ta, êşa sing û nîşanên konendamên herskirinê û komendamên henasedanê serdana me dikin.”
Tûşbûyîyekê enfluensayê jî got: “Ev çend roj in ku ez neçûme dibistanê, ez nexweş im, serê min diêşe, qirika min diêşe, 10 heta 12 kes ji hevpolên min jî nexweş ketine.”
Tevî ku heta niha ti haleteke mirinê bi enfluensayê li Sineyê nehatiye tomarkirin, pizîşk daxwaz dikin ku zarokên tûşbûyî li malê bimînin û li cihên girtî mask bên bikaranîn.