"Destewerdana Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê "demikî ye"
Tê zanîn ku destewerdana artêşa Tirkiyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê berdewame û heta niha sînorên gundên Sermisax, Lîtîfiyê û Dêrûna Axê hatiye bezandin.
K24-Qamişlo
Şêwermendê Hevserokatiya "PYDê" ragehand ku destewerdana artêşa Tirkiyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê Demkî ye.
Derbarê vê mijarê de Şêwermendê Hevserokatiya PYDê, Sîhanok Dîbo, ji K24ê re wiha got: "derbarê bezandina artêşa Tirkiyê ji sînorên Rojavayê Kurdistanê me beyanek derxistiye."
Dibo da zanîn ku ew destewerdana tirkiyê bi awayeke femî û eşkere "demikî ye" , herwiha tekez kir, ku Encûmena Sûriya ya Demokratîk ya ku di kongreya Dêrikê de hatibû damezrandin, ew kiryarên artêşa Tirkiyê red kiribûn.
Tê zanîn ku destewerdana artêşa Tirkiyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê berdewame û heta niha sînorên gundên Sermisax, Lîtîfiyê û Dêrûna Axê hatiye bezandin.