Mislim: Îran, Sûriyê û Tirkiyê şerê Kurdan dikin
Mislim amaje bi bêdengiya her yek ji Amerîka û Rûsyayê ya derbarê şerê wan li dijî Kurdan kir.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ragehand ku, her yek ji Îranî, Tirkiyê û Sûriyê tevî nakokiyên xwe di şerê li dijî Kurdan de hevkar in, herwiha her yek ji Amerîka û Rûsyayê jî derbarê wê yekê bê deng in.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Mislim ji rojnameya Şeriq El-Ewsed re ragehand ku, tevî nakokiyên wan Sûriyê, Îranî û Tirkiyê bi hev re şerê Kurdan dikin.
Mislim amaje bi bêdengiya her yek ji Amerîka û Rûsyayê ya derbarê şerê wan li dijî Kurdan kir.
Berî niha Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Aşton Karter di kongireyeke rojnamevanî de ragehandibû ku, welatê wî naxwaze hevpeymanên wê li dijî hev şer bikin.
Serokomarê Tirkiyê jî Recep Tayp Erdogan ragiahandibû ku, operasyona Cerablûsê heta gefa YPG û DAÎŞê heye dê berdewam be.
Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook ragehand ku, rûbirûbûna Artêşa Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li navçeyên derdora Cerablusê cihê nerazîbûnê û dilgiraniya berpirsên wî welatî ne.
Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tang û topan jî ji bejayê Cerablus bombebaran kir. Dûv re leşkerên Tirkiyê li gel leşkerên Artêşa Sûrî ya Azad Cerablus a ku ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de bû standin.