Yuksek û Tuncel: Danîna qayûman kuteda ye
Piştî ku qayûm bo Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê hat diyarkirin, Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek û Sabahat Tuncel, li avahiya partiya xwe daxuayniyeki belav kirin û dan zanîn ku ew qayûman nas nakin.
K24 – Diyarbekir
Piştî ku qayûm bo Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê hat diyarkirin, Hevserokên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek û Sabahat Tuncel, li avahiya partiya xwe daxuayniyek belav kirin û dan zanîn ku ew qayûman nas nakin.
Hevserokên DBPê bal kişandin ku beriya niha jî, qayûm bo nêzîkî 3 şaredariyên wan hatine danîn, lê piştî ku, Hevşaredarên Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê hatine girtin û qayûm hatiye danîn rewşeke nû destpê kiriye û erkdarkirina qayûman wek destwerdana îradeya gel û kuteda pênase kirin.
Sabahat Tuncel û Kamuran Yuksek diyar kirin ku, ewê jî hewla ku bi hemû aliyên cuda yên Kurd re û bi demokratan re, li hember vê rewşê çalakiyên nerazîbûnê lidarbixin bidin.
Hevserokan diyar kir ku, ew li dijî hewldana kutedaya 15ê mehê jî xwedî helwesteke zelal bûne û çewa ku li hember hewla kutekaran ku dixwestin destwerdan li îradeya gelê ku dengê xwe dane AKPê bikin nerazîbûnê, niha jî, ji destdanîna AKPê ya li ser îradeya gelê Kurd jî nerazîne û dê meclîsên wan bi qayûman re nexebitin.