Geştiyarkarên Serhedê û Herema Kurdistanê hewla zêdekirina pêwendiyan didin

Geştiyarkar dixwzin pêşengiya zêdekirina pêwendiyên herema Kurdistanê û herema Serhedê bikin. Bi vê mebestê jî, beriya ku geştiyaran bibin û bînin; geştiyarkar serdan hev dikin û heremên xwe bihev didin danasîn. Di vê çarçoveyê de jî ji aliyê Komelaya Geştiyarkarên Hewildoriya Wanê VAHATU-Derê ve şandeke ji geştiyarên herema Kurdistanê vexwendin û li hewildoriya Wanê gerandin.

K24-Wan

Geştiyarkar dixwzin pêşengiya zêdekirina pêwendiyên herema Kurdistanê û herema Serhedê bikin. Bi vê mebestê jî, beriya ku geştiyaran bibin û bînin; geştiyarkar serdan hev dikin û heremên xwe bihev didin danasîn. Di vê çarçoveyê de jî ji aliyê Komelaya Geştiyarkarên Hewildoriya Wanê VAHATU-Derê ve şandeke ji geştiyarên herema Kurdistanê vexwendin û li hewildoriya Wanê gerandin.

Di çarçoveya geşkirin û zêdekirina pêndiyên navbera herema Serhedê û herema Kurdistanê de, şandeke geştiyarkarên herema Kurdistanê serdana Wanê kirin û li ciyên girîng yên li hewildoriya behra Wanê geşteke 4 rojan kirin. Roja dawî ya geştiyarkaran bi taşteya Wanê destpê kir û gerekî li dora behra Wanê temam kirin.

Serokê Şanda ji Herema Kurdistanê û Nûnerê Rêvebiriya Geşt û Guzarî yê Duhokê Dîndar Mahfûz ragihand ku ew ji serdana serhedê kêfxweşin û dixwazin hem vê heremê nas bikin, hem jî ji vê heremê geştiyaran li herema Kurdistanê bigerînin. Loma jî bipêşketina pêwendiyên herdû aliyan girîng dibînin û divê rêvebir jî ji bo hatin û çûyînê karhêsaniyan bikin.

Mahfûz Dîndar (Nûnerê Rêvebiriya Geşt û Guzariya Duhokê), got:"Li ser daxwaza wan biraderên li vê heremê me serda ciyên geştiyarî yên li vê heremê kirin. Ev yekem carbû ku em serdana vê dere kir. Me dît ku ne kêmtir e ji Alanya, Antalya û Stembol'ê. Heger ku kar û xebat li ser bên kirin û bi şêweyeke rêk û pêk plansazî bên kirin, ez bawerim dê şolê geştiyarî, wekî dibêjin qertê geşt û guzarî li vê heremê dê pêştetir bikeve."

Geştiyarkarên ji herema Kurdistanê 4 roj li 3 bajarên li hewildoriya behra Wanê geriyan û bi geştiryarkar û karsazên van deveran pêwendî danîn û li ciyên gştiyarî dema xwe derbas kirin.

Serokê Vahatû-Derê Abdullah Tûnçdemir jî balê kişand ku ji aliyê ziman û axaftinê heta kevneşopiyên jiyanê di navbera herdû hereman de hevparî hene û ew jî dixwazin ku pêwendiyên xwe li gel hev zêdetir bikin û bi saya deriyê Serzêr yê navbera herdû hereman jî ev derfet hêsantir buye.

Abdullah Tûnçdemir (serokê VAHATU-DERê), got:"Em çûbûn li wê derê me bi wan re hevdîtin kir û ev 4 roje jî em mazûvaniya wan dikin. Ew jî hatine û vê derê dibînin, ez bawerim û înşelah gelek sûdbexş jî derbas bû. Berê nehatibûn Wanê û di derheqê vê derê de tu tiştekî nizanibûn, ev jî kêmasiya wan nîn e. Piştî ku dîtin dibêjin tu cudahiya vê dere ji Antalya û Stembolê nîn e. Ev xebat ji bo me baş bû, Înşelah emê van pêwendiyên xwe berdewam bikin."

Piştî şanda ji herema Kurdistanê ku ji 10 kompanyayên geştiyarî û 12 kesan pêkhatî bû li hewildoriya Wanê geriyan û dê vegerin, biryar e ku şandeke ji geştiyarkar û rêvêbirên heremî pêkhatî jî serdana herema Kurdistanê bik in û bigerin.