Şaredariya Stenbolê dê kar bide mamosteyên Kurdî
Serokê Partiya Opozîsyona Sereke ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civînekê de da zanîn şaredariya Stenbol di serî de û li şaredarên din ku di destê wan de ne bi zimanê Kurdî xizmeta perwerdehî û tenduristiyê dê bidin.
K24 – Stenbol
Serokê Partiya Opozîsyona Sereke ya Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civînekê de da zanîn şaredariya Stenbol di serî de û li şaredarên din ku di destê wan de ne bi zimanê Kurdî xizmeta perwerdehî û tenduristiyê dê bidin.
Di şaredariyên CHP de destpêkirina xizmetên bi zimanê Kurdî dê yekem car bibe loma gelek aliyên civakî û siyasî xebateke wiha girîng dibînin. Li gor Serokê Platforma Heqparêzan Îlyas Buzgan di şaredariya Stenbolê de di nav zimanên tên fêrkirin de nebûna zimanê Kurdî ji bo bi milyonan Kurdên vî bajarî neheqîyek e.
Îlyas Buzgan ji K24ê re got: “Ev xebata li ser zimanê Kurdî di serî de civata Kurd divê hemû aliyên demokrat xwedî lê derkeve çimkî ev daxwazeke rewa ye û bo Kurdan gelek muhîm e. Bi ya min CHP bi polîtîkaya xwe ya nû dixwaze xwe bigihîne Kurdan û bi berdewamiya rêveberiya niha xizmetên li ser ziman û çanda Kurdî dê mayînde be.”
Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Fevzî Buldan dibêje zimanê Kurdî welatê Kurdan e û xebatên li ser zimanê Kurdî ji kîjan partî bên kirin divê piştgirî jê ra bên dayîn.
Fevzî Buldan got: “Axaftina Kiliçdaroglu ya li ser zimanê Kurdî berê hilbijartinê hatibû gotin û niha soza xwe bi cîh dike ev jî nîşaneya sozadariya wî ye. Ev bo kultira Kurdî gelek girîng e. Ne bi tenê di şaredariyan de ji bo li dibistanên fermî jî bi zimanê Kurdî perwerdehî were dayîn pêwîst e li parlamentoya Tirkiyê jî ev mesele were rojeva siyasetmedaran û ev daxwaz bê pejirandin.”
Tê çaverêkirin di meha Îlonê de tevî Kurdî ji bo zimanên din jî wergirtina mamosteyan ji aliyê Şaredariya Stenbolê ve dê dest pê bike.
Serokê Partiya Opozîsyona Sereke ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû ku di şaredariya Stenbolê de ji bo destpêkirina kursa zimanê Kurdî wê dest bi xebatê bikin û ji bo vê dê kar bidin mamosteyên Kurdî. Hin lêkolîner û siyasetmedarên Kurd piştgiriya xizmetên li ser zimanê Kurdî dikin û amaje dikin CHP ku ji ber polîtîkayên berê ji Kurdan dûr ketibû, bi serokatiya Kiliçdaroglu hewla nêzîkatiya Kurdan dide, ev gava li ser zimanê Kurdî bo çareserkirina pirsa Kurd jî hêvîyê dide civatê.