Pispor: NY û YE alîkariyê nedin, Tirkiye dê penaberan vegerîne
Pispor didin zanîn dibe ku di heyama bê da Netewyên Yekgirtî li ser rewşa penaberên li Tirkîyeyê xebateke bidin destpêkirin.
K24 – Enqere
Li ser mijara Sûrîye û penaberên Sûrîyeyî ev demekî ye ku berpirsên payebilind yên Neteweyên Yekgirtî serdana Tirkîyeyê dikin û li gel rayedarên Tirk hevdîtinan pêk tînin. Li gorî pisporan, gefên Erdogan yên vegerandina penaberan bo Ewropayê micid in û heke Neteweyên Yekgirtî û Yekîtîya Ewropayê alîkarî nedin Tirkîyeyê eger heye ku Enqere penaberan vegerînin. Her wiha pispor didin zanîn dibe ku di heyama bê da Netewyên Yekgirtî li ser rewşa penaberên li Tirkîyeyê xebateke bidin destpêkirin.
Di demekî gelekî krîtîk da ku Tirkîye ji alîyekê ve hewl dide li Rojavayê Kurdistanê bi Amerîkayê ra "Navçeya Aram" ava bike û ji alîyê din ve jî amadehîyên bo Lûtkeya Sêalî ya 16ê Îlonê dike da, Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûrîyeyê Geir Pedersen serdana Enqereya paytexta Tirkîyeyê kir û li gel rayedarên Tirk hin hevdîtinan pêk anî. Di rojeva serdanê da mijarên girêdayî şerê navxweyî yê Sûrîyeyê, xebatên avakirina Komîteya Destûra Bingehîn û Îdlib hebû.
Li gorî Denîz Altinsoya Pispora Peywendîyên Navneteweyî, serdanên dawî yên berpirsên NYê jî dide xuyakirin ku wê êdî li ser penaberên Sûrîyeyî yên li Tirkîyeyê xebateke bête destpêkirin.
Pispora KAFKASSAMê Deniz Altinsoy ji K24ê re got: "Ji ber ku ev serdan berîya lûtkeya sêalî pêk hat bi rastî dema wê gelekî krîtîk bû. Li ser mijara penaberan em dibînin ku êdî divê Neteweyên Yekbûyî û Ewropa destê xwe bixin bin vê barê û pişt bidin Tirkîyeyê. Ji loma ev serdanên dawî gelekî girîng in. Heke çênabe wê Tirkîye ji neçarî derîyên xwe yên sînorî bo wan veke da ku ew jî berê xwe bidin Ewropayê."
Di dema ku Pedersen li Wezareta Derve ya Tirkîyeyê de li gel rayedarên Tirk hevdîtinan pêk dianî, Serokkomarê Tirkîyeyê gefê li Ewropayê xwar û got,"hewce bike em ê derîyan li ber penaberên Sûrîyeyî vekin, da ku ew berê xwe bidin welatên Ewropayê." Li gorî hin pisporan dibe ku di rojên pêş da li ser rewşa penaberan NY û YE hin plansazîyan amade bikin.
Pisporê SDEyê Mîthat Işik dibêje: "Tirkîye li ser mijara penaberên Sûrîyeyî berê jî serî li Neteweyên Yekgirtî û Yekîtîya Ewropayê dabû. Lê belê me dît ku ne NY û YE zêde nebûn alîkar û di mijara Sûrîyeyê da jî pasif man. Li ser daxuyanîyên dawî ya Erdogan me dît ku Ewropa ket nav endîşeyan. Lê dema em li van serdanên dawî yên payebilind dinêrin, em dikarin bêjin dibe ku di rojên bê da li ser penaberan geşedaneke çêbibe."
Her wiha berîya çend rojan Komîserê Bilind ê Penaberan yê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandî jî serdana Enqereyê kiribû û dabû zanîn ku, "ji bo ku rewşa penaberîyê bê bidawîkirin divê çareserîyên sîyasî pêk bên."