Li Bakurê Kurdistanê haletên vîrusê zêde dibin
Li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê bi zêdebûyîna haletan re li nexweşxaneyan cîh nemane.
K24 – Diyarbekir
Piştî destpêkirina vegerîna rewşa asayî, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê haletên vîrusa Korona covît19 jî zêde bû û li hin bajaran jî her diçe zêde dibe. Bi taybet li bajarên wek Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê bi zêdebûyîna haletan re li nexweşxaneyan cîh nemane. Bijîşk Weysî Ulgen, sedema zêdebûyîna vîrusê ji bo Kurdistan24 nirxand.
Jurên Tabîban yên bajarên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ragihandibûn ku li wan bajaran rewşa belavbûna vîrusê di asteke metirsîdar de ye. Bijîşk Weysî Ulgen, zêdebûyîna belavbûnê vîrusê û sedemên wê nirxand.
Weysî Ulgen tîne ziman ku di serdemên wiha de, divê saziyên dewletê, saziyên sivîl û civak di hemahengiyekî de, bertgiriyan bigire. Lê di serî de dewletê li gor ku pêwiste berpirsyarî û bergiriyan negirtiye û bi saziyên sivîl re hevkar rêvebirina pêvajoyê nexwestiye. Saziyên sivîl jî pasif mane ü civak jî ketiye vê rewşê.
Bijîşk Weysî Ulgen ji K24ê re got: “Heta meha Hezîranê (Pûşberê) û Tîrmehê li vî bajarî, Diyarbekirê zêde halet tunebûn û ew nexweşxaneyên ku nexweşên giran lê radiketin valabûn. Lê bi taybet piştî meha pûşberê ku dewletê rênimayan sist kir û gotibû, bandora vîrusê kêm buye û êdî xetere tune ye; li Diyarbekirê halet peqîyan. Ez niha bijîşk im, lê heger ku ez jî nexweş bikevim, li nexweşxaneyan ciyê min tune ye. Niha hîç cîh tune ye, heta ku kesek nemire, yan jî ciyekî vala nebe, ezê li derve bimînim. Em ketine vî halî.”
Weysî Ulgen balê dikşîne ku li Diyarbekirê, ji 100’î zêdetir bijîşk û karmendên tenduristiyê jî halet ketine û 2 bijîşkên ku îro halet ketine jî, bi derfetên xwe tedawî dibînin. Ulgen tîne ziman ku rewşê wiha tenê bi hevkariyeke, bi gişt civakê re dikare serkeftî derbas bibe.
Bijîşk Weysî Ulgen dibêje: “Ev sîstkarî ji dewletê ye jî, ji saziyên sivile û gişt civakê ye jî. Ji ber ku bi hevre hevkariyeke hemaheng nekirin, bi hev re hewlan nedan. Şevba yekemîn berpirsyariya dewletê ye. hemû rûdanên ku rewşa awarte peyda dikin yên wek bumelerz, lehî û hwd yekem berpirsyariya dewletê ye. Lê bi dewletê tenê jî nabe, divê sazî û civak jî bên daxil kirin û hevkarî bikib da ku bi ser bikevin.”
Li gel ku halet zêde dibin jî, sist kirina bergiriyan û vegerîna rewşa asayî jî berdewam e û li ciyên wek kafeterya û resturantan sînordar kirina demên vekîrî hat rakirin û dê heta bixwazin vekirî bimînin.