Projeyek ji bo li yekgirtina her du partiyên demokrat tê pêşkêşkirin
Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) projeyek ji bo lidarxistina kongreya hevbeş da Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (HDKI).
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) aşkere kir, wan projeyek ji bo lidarxistina kongreya hevbeş dane Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (HDKI). Herwiha destnîşan kir ku heger li hev kirin, heta girêdana kongreyê dê bin navekî de xebata xwe berdewam bikin.
Endamê Deftera Siyasî ya HDK Kemal Kerîmî ji K24 re axivî û got: "Çend sal in em hewl didin ku zemînê li ber yekbûna me dirust bikin, lê her carê û mijarek bûye asteng. Ji Havîna îsal ve me bi HDKIê dest bi guftûgoyan kiriye. Berpirsê Giştî yê HDKI û Sekreterê Giştî yê HDK bi beşdariya endamên defterên siyasî yên her du aliyam civiyan û karîn zemîneke baştir dirust bikin û danûstandin berdewam in. Lê heta niha em negihîştine wê qonaxê ku yekbûnê rabigihînin.”
Diyar kir jî, “"Me ragihand ku eger partî bibin yek, heta girêdana kongreyê, em ê di bin navê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê de têkoşînê bidomînin."
Kerîmî wiha got: "Astengiyên li pêşiya yekbûna partiyên demokrat, zêdetir li ser karên rêxistinî yên beriya veqetandinê hebûn bû. Lê heta astekê di civînan de gihîştine wê qonaxê ku di navbera me de zehmetî nemane. Ewa maye jî tenê hevduqebûl e."
Herwiha got: "Di vê rewşê de, em di wê baweriyê de ne ku ya herî baş ew e ku em her du partiyên demokratîk ji bo pêşhatên siyasî yên herêmê bikin yek. Bi partiyên din re hevkariya me heye, da ku her guhertinek û pêşketinekê hate pêş alîkariyê bikin. Lê niha karê me ya pêşîne ew e ku em her du partiyên demokratîk bikin yek."
Endamê Deftera Siyasî ya PDK'ê aşkere kir, wan projeya yekgirtinê daye KDPI û got: "Di vê projeya ku me daye KDPI de, me behsa kongreya hevbeş kiriye. Divê pêştir em bizanin ku konferanseke çawa girê bidin û kî beşdar dibe û plana kongreyê wê çi be? Herwiha piştî kongrayê, dê plana me çi be? Em hêvî dikin ku vî karî zûtir derbas bikin."