Di dema Koronayê de daxwaza fêrbûna amêrên mûzîkê zêde bûye

Baldariya welatiyan ji bo fêrbûn û xwepêşxistina di warê muzîkê de zêdetir bûye.

Diyarbekir (K24) – Di serdema pandemiyê de ji ber ku dîlanxane û ciyên şahiyê hatine girtin û konser nayên dayîn, muzîkjen jî, bêriya muzîkê dikin û pirsgirêkan dijîn.  Lê baldariya welatiyan ji bo fêrbûn û xwe bipêşxistina di warê muzîkê de zêdetir bûye. Îlhan Sevîm û kurê wî Suleyman Sevîm jî, vê baldariyê dîtine û dest bi dayîna qursên ensturmanên muzîkê kirine.

Îlhan Sevîm ji zarokatiya xwe bi muzîkê re eleqeder dibe û 20 sal ein ku aletên muzîkê jî difiroşe. Ew hezkirina wî ya muzîkê derbasî kurê wî Suleyman jî dibe. Bav û kûr beriya pandemiyê, bi koma xwe ya muzîkê re muzîkjenî kirine. Lê piştî pandemiyê karê wan yê meydanî, nemabe jî, firotina aletên muzîkê zêdetir bûne.

Îlhan Sevîm balê dikşîne ku piştî pandemiyê wan jî wek hemû hunermend û muzîkjenan nikarîne muzîk bikin. Lê ji ber ku welatî li malên xwe dimînin jî, zêdetir berê xwe dane aletên muzîkê ev rewş jî buye derfet bo wan.

Îlhan Sevîm got: "Di serdema pandemiyê de xebatên muzîkê yên ku li ser dikan dihat kirin neman, muzîkjen gişt ketine tengasiyên mezin. Derûniya gelke ji wan jî têkçûye. Lê ji aliyê welatiyan ve kirîna aletên muzîkê û baldariya ji bo muzîkê jî zêdetir buye. Saz yan jî aletên muzîkê distînin û li malên xwe pê hewya xwe tînin."

Baldariya welatiyan ya ji bo kirîn û fêrbûna aletên muzîkê bala malbata Sevîm dikşîne û êdî dest bi dersên muzîkê jî kirine.

Suleyman Sevîm jî kurê Îlhan Sevîm e û piştî ku konservatuara muzîkê xilas kiriye, beriya pandemiyê, li dîlanxaneyan û li ciyên cuda karê muzîkê kiriye. Lê piştî pandemiyê ew jî bê kar maye. Sulêyman hefteyekî ye dest bi dayîna dersên muzîkê û lêdana aletên muzîkê kiriye.

Suleyman Sevîm dibêje: "Em li vê derê dersên muzîkê didin. Hem dersên lêdana piyano, tembûr û aletên din hem jî dersên terbiyekirina deng ez didim. Hefteya borî min dest pê kir, niha 3 kes ders dibînin. Yanî di pandemiyê de karê me yê meydanî kêm bû. Lê welatî jî zêdetir bala xwe dane, muzîkê û aletên muzîkê."

Welatî jî balê dikşînin ku pandemiyê, karê wan û jiyana civakî qels kiriye û berê xwe dayîna muzîkê jî wek terapi ye.

Melek Aslan a ku karê reklamê dike jî yek ji wan kesa ye ku dixwaze ve serdemê ji bo ku hem dengê xwe, hem jî şiyana xwe ya muzîkê bipêş bixe bi kar bîne.

Melek Aslan diyar dike: "Karê me di vê serdemê de ne baş e. Ew jî hem wek madî hem jî manewî jê bandor dibînin. Loma jî min xwest hem ji bo tenduristiya hişê xwe biparêzim û hem jîdixwazim tiştekî nû yê wiha hunerî li xwe zêde bikim. Ev jî pir baş bû ji bo min. Hem hişê xwe vala dikim hem jî rihê xwe pê şad û pak dikim. Fêrbûyîna tiştekî nû tişteke baş e û dibêjin dengê min xweş e. Min jî xwest hem dengê xwe baştir bikim, hem jî bi aletên muzîkê re berhev bînim."

Muzîkjen û welatî radigihînin ku her çiqas panemiyê, qadên jiyana civakî qels kiribe jî, dem û derfetên ji bo xwe bipêşxistin û fêrbûyîna tiştên nû jî peyda kiriye.