Li Silêmaniyê erdhej qewimî!
Navenda erdhejê li parêzgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ye.

Silêmanî (K24) – Li parêzgeha Silêmanî û derdora wê erdhej qewimî, navenda erdhejê li parêzgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5.2 bûye.
Peyamnêrê K24ê yê li Helebceyê ragihand; erdhej li Helebceyê jî hat hîskirin.
Li gor zanyariyan; navenda erdhejê bajarê Merîwan û derdora wî bûye û li deverên Helebce, Şarezûr, Silêmanî, Çemçemal, Soran û Derbendîxanê jî hatiye hîskirin û li hinek deveran heta pênc çirke berdewam bûye.
