Baroya Diyarbekirê astengiyên li pêşiya Kurdî şermezar kir
Baroya Diyarbekirê betalkirina konsera Mem Ararat û helwestên pişaftinê ku li hember Kurdî û Kurdan tên kirin şermezar kir.
Diyarbekir (K24) - Hunermendê Kurd Mem Ararat li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku dê di 4ê Kanûna 2021ê de, li Keçîoren a navçeya Stenbolê, konserekî lidar bixista, lê konsera wî ji ber ku bi Kurdî bûye ji aliyê şaredariya wê navçeyê ve hatiye betalkirin.
Baroya Diyarbekirê jî bi daxuyaniyekê nerazîbûn li dijî astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî nîşan da û hat daxuyandin ku ew helwest, nîşaneya binpêkirina mafên mirovî ye û dîsa nîşaneya pişaftinê ye ku wek tawanekî mirovahiyê ye.
Di daxuyaniya Baroya Diyarbekirê de bal tê kişandin ku helwestên wiha bi aşkereyî tên nîşandan û pişaftina ziman û nasnameya Kurdî, wek tiştekî rewa tê dîtin.
Baroya Diyarbekirê betalkirina konsera Mem Ararat û helwestên pişaftinê ku li hember Kurdî û Kurdan tên kirin şermezar kir û hatiye ragihand ku dê doz li berpirsên bûyerê vekin.