Mafparêz û xizmên windayiyan 670emîn çalakiya xwe li dar xist
Diyarbekir (K24) – Di hefteya 10’ê Berfenbarê Roja Mafên Mirovî ya Cîhanî de, xizmên windayiyan û piştgiriya komele û saziyên mafên mirovî û saziyên sivîl, 670 emîn çalakiya xwe lidarxist.
Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan İHDê yê Diyarbekirê Abdullah Zeytûn, bal kişand ku li Tirkiyeyê, binpêkirinên mafan, hatiye asteke wisa ku êdî, jê re sînor nema ye. Lê wek ku xizmên windayiyan her hefte ji bo dadwerî û mafên xwe têdikoşin, dê mafparêz jî têkoşînên xwe heta ku daxwazên xwe bidest bixin bidomînin.
Endamê Komisyona Windayiyan yê ÎHD a Diyarbekirê Firat Akdenîz jî daxuyand, 670 hefte ye, bi heman daxwazan çalakî lidar dixin û dê heta ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi rastiyên civakî re rûkal bibin, mafên welatiyan û xizmên windayiyan nas bikin û ji ber tawanên dewletê lêborîn bixwazin, çalakî û têkoşîna xwe bidomînin.