Li 14 deverên Şirnexê qedexe ji bo salekê hat ragihandin
Ji 1ê Rêbendanê ve 14 deverên ser bi bajarê Şirnexê ve wek deverên ewlehiyê yên demkî hatine destnîşankirin
Diyarbekir (K24) – Parêzgariya Şirnexê ragihand, li 14 deverên ser bi Şirnexê ve ji bo salekê qedexe hatiye ragihandin. Di daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê de hatiya ragihandin, ji 1 Rêbendanê ve 14 deverên ser bi bajarê Şirnexê ve wek deverên ewlehiyê yên demkî hatine destnîşankirin.
Li gor wê daxuyaniyê, devera çiyayê Cûdî, devera Bestanê, devera Kureşînê, devera çiyayê Gabarê û 10 deverên din yên çiyayî wek deverên demkî yên ewlehiyê ango deverên qedexekirî hatine destnîşan kirin û dê qedexe heta 31’ê Berfembara 2022’an berdewam bike.
Hêjayî gotinê ye ku beriya sala 2020’an jî gelek caran li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber operasyonên leşkerî deverên qedexekirî dihatin ragihandin. Parêzgariyê hişyarî daye welatiyan ku bêyî agahdariya saziyên ewlehiyê li deveran negerin.