Dadgehê cezayê zindanîkirinê yê muebet da rojnamevan Rojhat Dogru

3 dosye li ser Rojhat hatine vekirin.

Rojhat Dogru
Rojhat Dogru

Diyarbekir (K24) - Rojnamevan Rojhat Dogru, ji aliyê dadgeha Diyarbekirê ve bi tometa endamtî, sempatîzanî û piştgirîdayîna PKKê bi carek muebetê û 12 sal û mehekî cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Parêzerê Rojhat Dogru hiqûqnas Resûl Tamûr ji Kurdistan24ê re ragihand; 3 dosye li ser Rojhat hatine vekirin û bi hersê dosyeyan biryareke ji sipartina dîyardeyên hiqûqî dûr hatiye dayîn.

Rojhat Dogru wek rojnamevan bûyerên  6 û 7ê Cotmeha 2014an kişandibû û ji bo raya giştî wan dîmenan parvekiribû.

Piştî ku ew dîmen hatin belavkirin jî, gilî li ser Rojhat Dogru hatiye kirin ku alîkarî û piştgiriya PKKê kiriye û Rojhat Dogru bi wê hincetê 3 meh di girtîgehê de mabû.

Dîsa di dosyeyeke din de jî hevdîtineke bi endamên PKKê re ku ji bo Televizyoneke Kurd hatiye kirin de, wêneyê ku hatiye kişandin û Rojhat Dogru jî têde ye; wek piştgiriya PKKê hatiye nîşandan û di dosyeyekî de jî, ji bo girtiyekî ku ji doza PKKê girtî ye û bi Rojhat re li heman girtîgehê maye re, pere şandine jî bûye tometeke din ku Rojhat bi wî cezayê endamtîya rêxistina terorî bê tawanbarkirin.

Piştî biryara Dadgeha Diyarbekirê, di 6ê Çileyê de parêzerê Rojhat Dogru îtiraza xwe ji bo Dadgeha Îstinafê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rojhat Dogru dema ku dîmenên bûyerê kişandibû, birîndar jî bûbû û dîmenên wê bûyerê jî ji saziyên rojnamevanan xelatên serkeftinê wergirtibû.