Polîsan avêt ser avahiya DBP’ê ya Diyarbekirê
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê vê sibê polîs û hêzên ewlehiya Tirkiyê, operasyonek li dijî avahiya Partiya Heremên Demokratîk DBP’ê pêk anîn.
Piştî ku operasyona polîs û hêzên ewlehiya Tirkiyê dest pê kir, Parlamnenterên DBP’ê û rêvebirên DBP’ê û HDP’ê derbasî avahiya DBP’ê bûn ku li taxa Rezan ya li navenda Diyarbekirê ye.
Lêgerîna polîsan ku di demjimêr 10:00an de destpê kir, hêj jî berdewam dike. Li gor agahiyên destpêkê, vê carê hîn ti kes nehatiye destsserkirin.
Berê jî li avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û DBPê operasyon hatibûn lidarxistin û hevserokên wan partiyan hatibûn desteserkirin.