Mafnas: Li girtîgehan êşkence tên kirin
Daxwaz hat kirin, di derheqê kesên ku rê dane êşkence bên kirin û êşkence kirine de lêpirsîn were destpêkirin
Diyarbekir (K24) – Baroya Diyarbekirê, Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê û Komeleya Hiqûqnasên Azad OHD bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin, di lêkolînên komisyonên girtîgehan de aşkere bûye li girtiyan êşkence û muameleyên xirab tên kirin û di derheqê berpirsên girtigahnde doz vekirine.
Li ser navê hiqûqnas û mafparêzan endamê Komisyona Hiqûqî ya Girtîgehan Şemdîn Şahîn, daxuyand, li ser giliyên ku êşkence tên kirin, wek komisyona hiqûqî li girtîgehan serdana girtiyan kirine û hem di beyanên girtiyan de, hem jî rêçên êşkenceyan ku li laşe wan hatine dîtin, diyar bûye ku êşkence û muamelêyên xirab tên kirin. Piştî wê rapora girtîgehan jî di derheqê rêvebirên girtîgehên ku êşkence hatine kirinde jî doz vekirine.
Bang û daxwaz hat kirin ku di derheqê kesên rê dane êşkence bên kirin û êşkence kirine de lêpirsîneke karîger û lezgîn bê meşandin û heta ku doz bi dawî were jî ew kes ji kar bên dûrxistin.