Daxwaz tê kirin gora Şex Seîd û hevalên wî bên aşkerekirin

Diyarbekir (K24) – Komeleya Şêx Seîd û Baroya Diyarbekirê daxwazname dane Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ku ciyê gora Pêşengê Serhildana 1925’an Şex Seîd û hevalên wî bên aşkerekirin. Bi daxuayniyekê jî hat ragihandin ku heger erênî bersiv neyê dayîn dê doz vekin û heta ku îtîbara Şêx Seîd Efendî û hevalên wî neyê aşkere kirin, bi rêyên hiqûqî dê daxwazên xwe bidomînin.

Baroya Diyarbekirê û Komeleya Şêx Seîd Efendî, ji Tirkiyeyê daxwaza aşkere kirina gorên Şêx Seîd û hevalên wî dikin. Daxwaznameya fermî jî dê ji bo Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê bê dayîn. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, ragihand ku wek hiqûqî ji ber berpirsyariya Wezareta navxweyî ye, ew serîlêdan li wê derê dikin û heger ku di 30 rojan de bersiva erênî neyê dayîn dê doz vebikin û di daxwaza xwe de bi rik bin.

Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat ku hem wext neviyê Şêx Seîd Efendîye jî, balê kişand ku siyasetmedarên li Tirkiyê behsa rûqalbûnê dikin û heger ku li Tirkiyê behsa rûqalbûnê bê kirin jî divê ji serhildana Şêx Seîd û îadekirina îtîbara wî destpê bikin.

Kasim Firat got: “Wek fermî destpêka kêşeya Komara Tirk û nûnerên Kurdan, bi Pêşengiya Şêx Seîd Efendî di sala 1925’an de destpê kiriye û bi înkar, îmha û qetilkirinan hêj jî berdewam dike. Heger Komara Tirk bixwaze ji Kurdan helaliyekî bixwaze, divê ku destên xwe dirêjî misyona Şêx Seîd Efendî bike û li ser bingeheke adilane deyne. Yanî me wê rojê çi daxwaz kiribe, em îro jî heman daxwazên xwe dikin.”

Hiqûqnasan balê kişandin ku li Tirkiyê piştî kirinên dadgehên îstîklalê; destûra’ îadeyî îtîbar’ê hatiye derxistin, lê îtîbara Şêx Seîd Efendî û hevalên wî nehatiye dayîn û divê pêwistiya wê destûrê jî bê bicîhanîn.

Hiqûqnas û mafparêz Sitki Zîlan jî da zanîn ku wek usûl ew serîlêdana fermî dikin û daxwazkar û Hêvîdarin ku bi îadekirina îtîbara Şêx Seîd û hevalên wî, rêya bi awayekî wekhevî pêkvejiyanê jî bê vekirin. Zîlan balê kişand ku Şêx Seîd hem pêşengekî mîlî yê Kurd e, hem jî pêşengekî olî yê mezin û girîng e.

Mafnas Sitki Zîlan dibêje: “Wek usûl divê ev serîlêdan bê kirin. Berê di nav 2 mehande bû, lê niha buye heyvekî. Heger ku di nav mehekî de, bersiv neyê dayîn, yan jî bersîv erênî nebe, rêya dozvekirinê ve dibe. Heger dadgeh jî çareser neke, dosye diçe Dadgeha Şêwirê ya Bilind, ger li wir jî encam nede diçe Dadgeha Esasî ya Bilind û herî dawî jî doz diçe Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê AHÎMê ku Tirkiye jî endam û tabîî wê ye. Yanî bi herhal divê bersîveke erênî ji vê meseleyê re bê peyda kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku berê jî, malbta Şêx Seîd û hin saziyên sivîl bi daxuyaniyan daxwaza aşkere kirina ciyê gora Şêx Seîd û gorên hevalên wî kiribûn, lê hêj jî ne diyar e ku piştî ji aliyê Dadgehên Îstîklalê ve di sala 1925’an de hatine darvekirin, li ku derê hatine binaxkirin.