Wan.. Leşkerekî Tirk di teqînekê de canê xwe jidest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê li Wanê di encamê teqînekê de canê xwe ji dest da û firokeyên şer yên Tirkiyeyê, devera Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê bordûman kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê da xuyakirin, xal û sengerên PKKê li devera Xakurkê kirine armanc û 15 armanc hatine jinavbirin.
Da zanîn jî, di operasyona asmanî de şikeft û stargeh û kogehên PKKê ku berpirsên bilind tê de bûn, hatine armanckirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê her wiha da xuyakirin, li navçeya Elbakê ya Wanê, di dema derbasbûna otombêleke leşkerî de, teqînek rû daye û di encamê de leşkerekî canê xwe jidest daye.