Li Şirnexê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Şirnex ve hat ragihandin di navbera 22-28ê Mijdarê de li tevahiya bajêr hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.

Parêzgeriya Şirnexê derbarê qedexekirina çalakiyan de, îro 21ê Mijdarê biryarek nû ragihand.

Li gorî biryarê ji 22yê Mijdarê heta 29ê Mijdarê ji bilî çalakiyên qeymeqamtiyan an jî parêzgariyê destûr dane hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.

Di biryarê de tê dêstnîşankirin, ji bilî rêrismên fermî û yariyên werzîşê çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, mîtîng, vedana konan, komkirina îmzeyan, vekirina standan hatine qedexekirin.